Bernameya çalakiyan a KCDK-E 

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 02:02

KCDK-E wê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê wê li welatên Ewrûpayê û hin welatên din ên cîhanê şermezar bike. 

KCDK-E'yê ji bo tevlêbûna li çalakiyan bang kir û got, ''Em KCDK-E di serî de gel, ciwan, ciwanên Kurdistanê bang li Elewî, Êzîdî, demokrat, Xiristiyan, demokrat, şoreşger, pêşverû dikin, bi peywireke neteweyî û mirovî li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên AKP-MHP'ê bi dirûşmeya ''Dem dema azadiyê ye'' tevlî çalakî û bernameyên destnîşankirî bibin û berxwedanê geş bikin.''

- 12'ê Hezîranê li tevahî Ewropayê, li Kanada, li Awûstralyayê li eyalet û bajaran meş û mîtîng wê were kirin.
- 13'ê Hezîranê ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan wê tevlî civîna NATO'yê bibe çalakî wê were organîzekirin.
- 14'ê Hezîranê li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê li hemû bajaran wê çalakî were kirin.
- 26'ê Hezîranê ji ber sedema ku salvegera çalakiya nobetê 'Ji Ocalan re azadî' ya li Strasboûrgê ye wê meş û mîtîngek were kirin.

Di navbeyna 26'ê Hezîranê û 3'yê Tîrmehê de  bi tevlêbûna Hevserok û nûnerên pêkhateyan û dostan wê çalakiya nobetê were kirin.
4'ê Tîrmehê bi asta cîhanî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li dijî dagirkeriya wan wê çalakî werin kirin:''

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.