- Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de mir
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de mir. Li gor medyaya Îtalyayê Berlusconi yê ku bi nexweşiya kansera xwînê ketibû li nexweşxaneyeke Mîlaniyê miriye.
Jiyana siyasî ya Berlusconi bi dîroka Îtalyayê ya 30 salên dawî ve girêdayî derbas bû. Gelek caran hat ragihandin ku ew ê ji hêla siyasî ve dûr bikeve, lê di sala 2022’yan de ji nû ve weke senator hate hilbijartin. Ji hêla Forbes ve di meha Nîsanê de bi serweta wî ya 6,4 mîlyar Euro ku tê texmîn kirin, zilamê herî dewlemend ên Îtalyayê bû.
Berlusconi hem ji hin aliyan ve dihat hezkirin û hem jî ji hin aliyan ve dihat nefretkirin. Ew bûye mijara skandalên wekî "Bunga Bunga" û têkiliyên wî yên bi jinên ciwan re.
Berlusconi hevalbendê sist yê serokê hukûmetê yê rastgir Giorgia Meloni, piştî dagirkirina Ukraynayê bi daxuyaniyên xwe yên alîgirê Rûsya gelek caran Meloni xiste rewşeke zehmet. Berlusconi, hevalê şexsî yê Vladîmîr Pûtîn bû ku ew li megavîlla xwe ya li Sardînyayê pêşwazî kiribû, gelek caran Kîev ji ber şer sûcdar dikir. Sala 1994’an partiya xwe Forza Îtalya ava kir. Di hilbijartinên qanûnî yên 2001’an de hema hema ji sedî 30 dengan bi dest xist, lê di sala 2022’yan de daket ji sedî 8.
NAVENDA NÛÇEYAN