Derket holê ku beriya serdana CPT'ê ya Îmraliyê, careke din cezayê disîplînê li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birrîn.
Rojnamevana Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever bi nûçeya xwe dide zanîn beriya serdana CPT´ya li Îmraliyê 3 meh cezayê disîplînê birriye.
3 meh cezayê disîplînê yê ku Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê li Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim birrîbû. Ev ceza 15'ê Îlonê de bi dawî bûbû. Piştî bidawîbûna cezayê disîplînê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 16'ê Îlonê de ji bo hevdîtinê miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê bersiva serlêdana parêzeran nehatibû dayîn. Piştî vê, parêzer di 23'yê Îlonê de hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî li Midûriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê dabûn û xwestibûn hevdîtina bi malbatê re pêk bê. Parêzeran di serlêdanê de diyar kiribû ku heger cezayekî disîplînê hebe, ew îtiraz dikin û mînakên biryarê yên di dosyeyê de teblîxî wan bên kirin. Lê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 5'ê Cotmehê de miracaeta parêzeran red kiribû.
Dadgeriyê di biryara xwe ya redkirinê de derpêş kiriye ku 3 meh cezayê disîplînê yê ku di 9'ê Îlonê de li Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din hatiye birrîn, di 28'ê Îlonê de diyar bûye. Dadgeriyê cezayê disîplînê yê nû kiriye hincet û ragihandiye ku 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re hatiye birrîn.
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT), di 3'yê Cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û çûye Îmraliyê hevdîtin bi Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re peyiviye.
Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018'an ve 12 caran cezayê disîplînê li Ocalan hatiye birrîn.
STENBOL