Herêma Balekayetî û bi giştî îdareya Soran a serbixwe, xwedî dîrokeke kevn e û li gorî çavkaniyên dîrokî herêm cihekî dîrokî yê girîng e. Li gel hebûna rêjeyek zêde ya berhemên dîrokî niha ji ber nebûna muzexaneyê û nûjennekirina cihên dîrokî metirsiya wêranbûnê li ser gelek berheman heye.
Bi giştî li Başûrê Kurdistanê 3 hezar û 125 cihên dîrokî hatine tomarkirin. Tenê li herêma Soran her 5 bajarokên wê Soran, Mêrgesor, Rewandiz, Çoman û Sîdekan 900 cihên dîrokî hene. Beşek ji cihên dîrokî, dîroka wan heta 30 hezar salan diçe, lê heta niha jî nayên nûjenkirin, girîngiyê nadinê, timî bi armanca derxistinê û birrînê ya ji aliyê kesên nenas ve, parçeyên wan tên dizin û destkarî li wan tê kirin.
Pisporê berhemên dîrokî Karzan Ezîz li ser mijarê got, “Balekayetî û bi giştî sînorê Îdareya Soran a ku herî zêde cihên dîrokî lê hene û hemû jî di warê dîrokê de girîng û taybet in. Ji ber ku encama şaristaniyeke gelek girîng a li herêmê ye. Divê hikûmet û aliyên peywendîdar hewl bidin van cihan nûjen bikin yan jî ji tinekirin, rûxandinê biparêzin, lewma kesên biyanî li pey diziya berhemên wan in.”
Warê Gutî, Aşûrî û Akadiyan
Karzan Ezîz got, ew berhemên hatine dîtin, dîroka wan heta çerxa berê, navîn û nû diçe: “Ji ber ku ji kevin ve jiyan li herêmê hebû, ji derveyî vê şaristaniya Henef ku dîroka wê heta 4 hezar sal heta 6 hezar sal beriya zayînê diçe, ango bi giştî herêma Soran û Balekayetî ku weke herêma mezopotamya tê naskirin, Gutî, Aşûrî, Sumerî û Akadî lê serwer bûne.”
Divê hikûmet muzexane veke
Karzan Ezîz qala girîngiya herêmê kir: “Heta niha gelek tîmên ji welatên biyanî û her wiha hin tîmên xwecih ên herêmê jî hatine. Li şaristaniyan û berhemên dîrokî geriyane. Gelek berhemên girîng dîtine ku îşaret bi jiyaneke kevin a vê herêmê dike. Di nivîs, mohr û kelûpelên rojane yên weke kevçik, tevir û lalîk, cokên avdaniyê, xanî û wekî din derdixe ku dîroka vê herêmê gelekî girîng e. Lewma divê hikûmet muzexaneyê veke û van berheman hemûyan tê de biparêze. Weke dîrok nîşan bide û biparêze.”
Destdirêjiyê li cihên dîrokî dikin
Rêveberê Arkeolojiya Soran, Ebdulwehab Silêman diyar kir ku zêdetirî hezar û 100 berhêm dîrokî li Soran hatine tomarkirin ku ji vane 350 yên Balekayetî ne û got, mirov dikare bibêje ku cara yekemîn li Balekayetî nivîs li ser keviran hatine danîn, ji lewma jî herêmeke girîng a arkeolojîk e.
Ebdulwehab Silêman, têkildarî berhemên dîrokî yên ji Balekayetî dibin deverên din jî got, “Em agahdar in ku berdewam xelk destdirêjiyê li ser cihên dîrokî dikin. Lê, her carê piştî destkariyê dizanin, ji ber ku hemûyî bi zanîn û nepenî dikin. Lewma her kesê li ser vê mijarê were girtin bi tûndî tê cezakirin.” Ebdulwehab Silêman eşkere kir ku ji bo parastina van berheman, vekirina muzexaneyekê girîng e, lê heta niha gelek caran daxwaz kirine, lê aliyên peywendîdar ev muze venekirine.
Tevî yasayên tund ên li Herêma Kurdistanê yên ji bo cezakirina kesên diziya berhemên dîrokî dikin, her sal çend şûnwarên kevnar ên Balekayetî û Soranê bi armanca dizî û wêrankirinê, tên xirabkirin û kolan, lê heta niha berpirsyar nekarîne pêşî li vê talanê bigirin û cihên dîrokî biparêzin.
ROJNEWS/SORAN