Meclisa Kantona Girê Spî ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê ye, agahî dan ANHA’yê ku di 3 mehên dawî de 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser. Malbatên berê xwe dane herêmê ji navenda bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk, gundê Zeydî û hin deverên din ên girêdayî kantonê reviyane herêmê. Beriya demekê bi taybet piştî erdheja 6’ê Sibatê ku bandor li gelek bajarên Sûriyeyê kiribû, bi sedan malbat ji herêmên serweriya hikûmeta Şamê jî hatibûn herêmên Rêveberiya Xweser.

NAVENDA NÛÇEYAN