Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di roja 3’an a peymana agirbesta demkî di navbera Îsraîl û Hemasê de, hat diyarkirin ku 14 girtiyên Îsraîlî û 3 welatiyên biyanî yên li Şerîda Xezayê ji aliyê Hamasê ve teslîmî Xaça Sor hatiye kirin. Hamasê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan 13 rehîneyên Îsraîlî, 1 Rûs û 3 Taylandî radestî Xaça Sor kirine. Hat ragihandin ku 39 zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne hatin berdan. Zarokên dîl, bi otobuseke Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji Girtîgeha Leşkerî ya Ofer a Îsraîlê derketin û ber bi Ramallahê ve çûn. Hamasê ragihand ku hemwelatiyê Rûsî yê rehîn li ser hewldanên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hatin berdan.
Di çarçoveya peymanê de heta niha 39 jin û zarokên Îsraîlî yên ji Şerîda Xezayê û 117 jin û zarokên Filistînî jî ji girtîgehên Îsraîlê hatine berdan.
2 hezar 56 kamyon derbas bûn
Ji aliyê din ve Serokê Ajansa Ragihandina Çapemeniyê ya Misirê Ziya Reşvan diyar kir ku Misir ji bo Xezayê xebatên xwe yên gihandina alîkariyên mirovî didomîne û got:"Îro 2 tankerên sotemeniyê û 2 tankerên xazê bi tevahî 120 kamyon derbasî Xezayê bûn û bi kordînasyona Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistina Heyva Sor a Fîlîstînê, agahî parve kir ku ew ê biçin bakurê Xezayê." Ziya Reşvan derbarê alîkariyên mirovî yên ku ji bo Xezayê hatine şandin de wiha got:“ Heta 25’ê Mijdarê 2 hezar û 675 ton amûrên tibî, 9 hezar û 621 ton xurek, 7 hezar û 47 ton av, 82 çadir û hezar û 992 alîkariyên din ên mirovahî derbasî şerîda Xezayê bûn. Heta 25’ê Mijdarê 788 ton sotemenî ji bo şerîda Xezayê hatiye şandin û hejmara kamyonên barkirî yên alîkariyên mirovî heta niha derbasî Xezayê bûne gihîştiye 2 hezar û 56’an. Heta niha 353 Filistînî û 292 hevalên birîndaran ji bo dermankirinê derbasî Misirê bûne û 8 hezar û 514 welatiyên biyanî hezar û 256 welatiyên Misirê jî ji Xezayê hatine derxistin. Li gorî agahiyan, herdu alî jî hewl didin, ji bo berdana zêdetir dîlgirtiyan, dema agirbestê were dirêj kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN