Benda li dijî tîrêjên kozmîk

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Mijdar 2021 - 23:10

  • Galaksiya me Rêya Kadiz yeke wiha ye ku destûrê dide li dinyaya me jiyan hebe û dewam bike.

Galaksiya me Rêya Kadiz yeke wiha ye ku destûrê dide li dinyaya me jiyan hebe û dewam bike. Lê li dora navenda wê behreke tîrêjên dijwar ên kozmîk heye. Niha astronoman dît ku bendeke mezin wê behra tîrêjên kozmîk û navenda Rêya

Kadizê ji hev vediqetîne.  

Komek ji lêkolerên Akademiya Çînê ya Zanistê ya li Nanjingê li ser nexşeyeke tîrêjên radyoaktîf ên gama xebitî. Ev tîrêjên gama jî li awayê herî bi enerjî yê rohniyê ye di gerdûnê de. Ew jî peyda dibin li dora navenda galaksiya me yan jî li dora wê, gava ku tîrêjên kozmîk ên pirr bi lez li zerreyên maddeyê dikevin.

Ji nexşeyê zanyaran tê derxist ku zerre nêzî navenda galaksiyê bi lezeke nêzî ya rohniyê hereket dikin. Û pê re jî hema li dora navenda galaksiyê tîrêjên kozmîk û tîrêjên gama zêdeyê hedê xwe diafirînin. bi her halî zanyaran kifş kir ku tiştekî li dora navendê nahêle ku pirraniya van tîrêjan bikevin navenda galaksiyê. Lêkoleran ji vê yekê re got, weke ku "bendeke xuya nake" ye. Yanî tîrêjên kozmîk ji navenda galaksiyê dikarin derkevin, lê ji bo wan pirr zehmet e ku karibin bikevin navendê. Lê ka ev benda kozmîk çawa dixebite, yan jî ka çima heye, hîna jî sirr û razek e û zanyar lê serwext nebûne. 

Hin zanyar li îhtîmalan difikirin: Mesela dibe ku ewrên şidiyayî yên toz û gazê yên li nêzî navenda galaksiyê dibe ku bi ser xwe de birûxin, meydanên magnetîk ên li wir bidewisînin, û bendekê biafirînin ku xwe li tîrêjên kozmîk bigire. 

Lê belkî jî bê hejmar stêrkên li navenda galaksiyê bi bayên xwe yên kozmîk, nahêlin ku tîrêjên kozmîk bikevin navenda galaksiyê. 

Ji bo jihevderxistina vê meseleyê hê divê astronom heft tenûr nan bixwin.

PEKÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.