• Wezîra hikûmeta flaman a Belçîkayê Zuhal Demir (ji partiya N-VA) got, bêhna wê fireh bûye, ji ber ku kesê bi e-mailan gef lê dixwarin hatiye girtin.

Wezîra hikûmeta flaman a Belçîkayê Zuhal Demir (ji partiya N-VA) got, bêhna wê fireh bûye, ji ber ku kesê bi e-mailan gef lê dixwarin hatiye girtin.

Kesê hatiye girtin, Tirkekî 24 salî ye ku ji bajarê Genkê ye, yanî bajarî wezîr bi xwe jî jê tê. Ev kesê hanê li xwe mikur hatiye ku wî nameyên elektronîk ji wezîrê re şandine. Sedema gefxwarinên li wê, qebûla komên dînî ye. Lê ew wezîra xaniyan û starê ye. Wezîrê karên civakî Bart Somers ji vê berpirsiyar e.

Lê ji bo nijadperestê Tirk, kurdbûn û elewîbûna wezîrê têrê kiriye ku gefan lê bixwe. Zuhal Demir Diyaneta Tirk û karên wê li Ewrûpayê weke "Destê dirêj ê Erdogan" bi nav kiribû.

Kesê gef li wezîrê xwarî, di nameya xwe ya elektronîk de gotibû, bila van şiroveyan neke, yan na ew ê dest biavêje wezîrê. Piştî ku wezîr giliyê vî kesî kir, polês lêpirsîn da destpêkirin. Li kesê hatiye girtin, dibe ku heta bi du salan cezayê hepsê bê birrîn.

BRUKSEL