Bêhiqûqiyê bi tecrîdê dest pê kir

Sêşem 11 Gulan 2021 - 05:09

Hevseroka Şaxê OHD’ê ya Izmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku bêhiqûqiyê ji Îmraliyê dest pê kir û pêl bi pêl belav bûye. Wê bang li civakê kir da ku xwedî derkeve li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî bêhiqûqiyê. 

Rêber Abdullah Ocalan, ev 22 sal in li Hepsa Îmraliyê ya Tîpa F tê ragirtin û tecrîdkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyên di hepsên dewleta Tirk de ji bo tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li hepsan bi dawî bibe dane destpêkirin, di roja 166’an de dewam dike. 
Hevseroka Şaxê Izmîrê yê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD), Şukran Ozturk bi Nacî Kaya yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyiviye û bal biriye ser tecrîdê û greva birçîbûnê. 

Ozturk pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wek “pergala êşkenceyê” pênase kir û got: "Ev tecrîd li dijî hiqûqê ye. Bi zanebûn û hişmendî vê polîtîkaya tecrîdê bi rê ve dibin. Tecrîd ewilî belavî hepsên din bû û pişt re belavî tevahiya civakê bû. Tecrîd bi hiqûq û qanûnên kêfî tê sepandin. Hukmên hiqûqa navneteweyî jî hatine binpêkirin. Ev kirinên kêfî, du sal in li her deverê derdikevin pêşiya me."
 
Divê xwedî li çalakiyê bê derketin

Ozturk destnîşan kir ku herî zêde li hepsan binpêkirinên mafan diqewimin: “Bi pandemiyê re ev binpêkirinên li hepsan zêde bûn. Daxwazên girtiyan pirr zelal in. Dixwazin tavilê tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li hepsan bi dawî bibin. Bêyî ku hevdîtinên li Îmraliyê bibin mijara bazarê divê li gorî mewzûatê pêk werin. Her welatî dikare daxwazên girtiyan wek daxwazên xwe bibîne. Çimkî tecrîd bûye pirsgirêka tevahiya civakê. Ji ber vê yekê jî divê tevahiya civakê xwedî li girtiyan û çalakiya wan derkeve.” 

IZMÎR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.