- Li gelek bajarên Ewrûpayê, Kurdan û dostên wan êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk rûreş kirin. Ji Hamburgê heta bi Viyanayê, li dehan bajaran, Kurdan û dostên wan ji hikûmetên van welatan û rêxistinên berpirsiyar xwest, dewleta Tirk ji ber vî sûcî bixe ber lêpirsînê.
Kurdên li Ewrûpayê, li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa Tirk, li gelek bajaran dest bi lidarxistina çalakiyan kirin.
STUTTGART: Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst a bi çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla, çalakiyek hate lidarxistin. TJK-E’yê çalakî organîze kir. Kurd û dostên wan, li meydana Kobanê hatin ba hev.
Di çalakiyê de bê navber dirûşma “Erdoganê terorîst” hat gotin û bêdengiya Ewrûpayê li dijî êrişan hat şermezarkirin.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, bi pêşengiya YJK-E Dusseldorfê û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel Duisburgê, li ber îstgeha navendî ya trenan çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
MUNCHEN: Li vî bajarê Elmanyayê, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bi çalakiyekê hat protestokirin. Çalakger li navenda bajêr hatin ba hev, deqeyekê rêz ji bo giyanê gerîlayên şehîd girtin. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcek e li dijî mirovahiyê.
FRANKFURT: Li vî bajarê Elmanyayê jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûn hat nîşandan. NCDK, YJK-E, Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG), û gelek rêxistinên piştgir li Hauptwache ya Frankurtê hatin ba hev, bikaranîna çekên kîmyewî dewleta Tirk li Kurdistanê protestokirin û bang li saziyên navneteweyî yên têkildarê mijarê kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tevbigerin.