Bêdengiya dewletê wan xurt dike

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 29 Nîsan 2021 - 05:11

  • Bêndengiya hikûmeta Fransayê beramberî êrişên nijadperestên Tirk li dijî Kurdên li Fransayê, rêxistinên civaka sivîl aciz kir. Van rêxistinan û gelek partiyên siyasî ji ber vê yekê bang li civakê kir da ku hişyar be û ji hikûmetê xwest êrişkar bên dadgehkirin û cezakirin.

Piştî êrişên li dijî komele û civaka Kurd ên nijadperestên Tirk ên li bajarê Fransayê Lyonê, daxuyanî û bangeke kolektîf li hikûmeta Fransayê hat kirin. Metna vê bangê di rojnameya L’Humanitée hat weşandin. Ji bilî rêxistin û saziyên Kurdan gelek piştgirên Fransî jî mohra xwe danîn binê metnê. 

Metn bi sernivîsa “Bêndengiya hikûmetê beramberî êrîşa gurên boz li dijî komeleya Kurd a li Lyonê destwerdana dewleta Tirk xurt dike” hat weşandin. 

Di metnê de êrişa 3’yê Nîsanê ya li dijî Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya li Lyonê hat bibîrxistin, û hat gotin, nijadperestên Tirk ên bi navê gurên boz bi bistan, daran û kulmên hesinî 4 Kurdên li komeleyê birîndar kirine. Wan got, di nava du hefteyan de faşîstên Tirk du caran êriş biriye ser heman komeleyê.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hikûmeta Fransî, Mijdara par ragihand ku ew ê gurên boz qedexe û ji hev belav bike. Lê ya em dibînin ew e ku komên îslamo-faşîst li ser erdên Fransayê bêyî ku bên cezakirin, sûcên xwe dikin.

Sûcdaran ceza bikin

Em bi biryardarî van êrişên nijadperest ên ku armanca wan kaosa li ser erdên Fransayê ye, rûreş dikin. Fail û fermandarên van kirinên şidetê divê bên tesbîtkirin, dadgehkirin û cezakirin. 

Em bang li civaka sivîl a Fransayê dikin da ku hisyar be û piştgiriyê bide Kurdan û mixalifên rejîma Tirk a faşîst beramberî êrişên pirrcarî.

Em bang li hikûmeta Framsayê û meqamên peywendîdar dikin da ku beramberî vê êriskariya giran xwedî helwêst bin, û tevdîrên xurt bigirin ji bo pêşîgirtina li komikên zêde şidetker ên ku rejîma Tirk wan ji dûr ve kontrol dike.”

Gelo hikûmet wê dengê wan bibihîze?

Di nava îmzekerên pêşî de, ji bilî CDK-F û komeleyên Kurdan, Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenan li Fransayê (CCAF), Weqfa Danielle Mitterandê, Kordînasyona Neteweyî ya Piştgiriya bi Kurdistanê re (CNSK), Lîga Mafê Mirovan, Înîsiyatîfa ji bo Dinyayeke din (IPAM), Mala Tamîl Elamê, Tevgera li dijî Nijadperestiyê û ji bo Dostaniya Gelan (MRAP), SOS Racisme, Tevgera Aştiyê, komeleyên dostaniya bi Kurdan re yên Lyon û Rhône Alpes, Bretagne, Alsace, ya devera Iséroise, Komeleya Piştigiriya Fransa Kurdistanê, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Çepê (PG), Partiya Ekolojî Ewrûpa-Kesk (EELV), Partiya Nû ya Antîkapîtalîst (NPA) û gelek rêxistin û partiyên din hene.  

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.