Bêbextan ew şehîd kirin

În 28 Nîsan 2023 - 16:00

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 2 hevrêyên xwe yên şehîd parve kir û got, “Hevrêyên me Kemal Hewramî û Têkoşer Çilçeme 11’ê Çileyê 2023’yan, dema ku li ser erka xwe bûn, hin cehşên xiyanetkar ku dijminê welatê xwe ne, bi rengekî bêbext alîkariya rejîma dagirker kirin û li hember hevreyên me komplo kirin. Di vê bûyerê de hevalên me Kemal Hewramî û Têkoşer Çilçeme dema ku li ser erka xwe bûn, di wesayita ku tê de bûn, bi êrişekê şehîd bûn. Ji ber şertên zivistanê, derfeta ji deverê wergirtina agahiyan kêm e, lewma dereng agahî gihîşt me û ragihandina van şehîdên bi nirx jî dereng ma. Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe doza lêborînê dikin. Em weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi şehadetê hevreyên xwe gelek xemgîn bûn, kîn û nefreta me ya li hember xiyanetkaran û li hember dijminên dagirker tûjtir bû. Li ser van esasan soza ku me dane şehîdên xwe em dubare dikin û heta ku armanca van şehîdan pêk bînin em ê bêrawestan têbikoşin. Her wiha ew kesên xayîn ku destê wan ketiye xwîna hevreyên me, em ê hesabê ji wan bipirsin û tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Heval Kemal Hewramî di nav çand û dîroka dewlemend, kevnar ya Hewreman de çavên xwe ji dinya re vekir û li ser vê bingehê mezin bû. Bi taybetî dema ku ji ber bê derfetiyên aborî çû xerîbiyê û kar kir wê demê fam kir û zanebûna wî ya rastiya civakê û rastiya dijmin de zêdetir bû û bi rengekî şênber dît ku heta têkoşînek, şerek neyê kirin ev dagirkeriya li ser Kurdistanê û ev ne edaletiya ku li giştî cihanê bi rê ve diçe bi ti awayî nayê çareserkirin. Wê demê biryarê da û beşdarî nava refên Apoyî bû. Heval Kemal ji kêliya destpêkê heta roja şehadetê bi zanebûn, bi wêrekî şoreşgerî kir û her tim hewil da xwe di asta mîlîtantiya Apoyî de bi pêş bixe û bibe yek ji nûnerê felsefeya Apoyî. Di her dem û cihî şoreşgeriya xwe bi ruhê fedaî bi ciha nî, têkoşiya û her tim di pratîkên dijwar de li nav karên zehmet cih girtin. Ji bo vî jî di têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de xwe mezin kir û bû yek ji fermandarên vî şerî dîrokî.

Heval Têkoşer Çilçeme di nav nêvengeke ku welatperweriya xwe bi hêz e û motîfên çanda Kurdî her tim zindî ye hate dinyayê û li ser vê koka dewlemend şîn bû, teşe girt. Hîna di temenekî biçûk de rastiya Kurdistanê ku ji çar alî de hatiye dagirkirin û her kêlî rûbirûyê qirkirinê ye dît, fam kir û kete lêgerîna têkoşîna li hember vê rastiyê. Ev lêgerîn ew anî heta refên tevgerê Apoyî. Ji ber pir baş dizanibû yê ku li hember vê dagirkeriyê têkoşînek rasteqîn dimeşîne û îdîayê serketinê datîne tevgera azadiyê ye û ev tevger bi fikir û ramanên Rêber Apo kêlî bi kêlî vî şerî mezin dike, destketiyan bidest dixe û şerê xwe ya li hember vê pergalê desthilatdar mezintir dike. Heval Têkoşer di nav vê dînamîzmê de bi rengekî aktîf cih girt, pêşengî kir. Bi şoreşgeriya xwe bû yek ji milîtîna xeta Apoyî û li her qad û xebata ku lê ma bi vîneke mezin pratîk meşand. Bi hevaltiya xwe ya kûr û bi wate di dilê her hevalekê de cihekî bê emsal çêkir. Bi kesayeta xwe ya piralî gerîlatiya modernîteya demokratîk meşand û ji bo hemû hevreyên xwe bû mînak.”

Nasnameya şehîdan bi vî rengî ye;

  • Kemal Hewramî (Babek Rahmetî), li Hewreman jidayîk bûye, 11’ê Çileya 2023’an li Mukuryan şehîd bû.
  • Têkoşer Çilçeme (Sîna Muradî), li Çilçeme jidayîk bûye, 11’ê Çileya 2023’an li Mukuryan şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.