- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal beriya biryara li ser bicihanîna biryara DMME´yê ya elaqedarî Ocalan, ji Komîteya Wezîran a KE´yê xwest ku bazarên siyasî neke û li gorî hiqûqê tevbigere.
Piştî 7 salan Komîteya Wezîran KE´yê biryara DMME´yê ya elaqedarî Ocalan xist rojeva xwe. Parêzer Newroz Ûysal xwest Komîte bazarên siyasî neke bi dewleta Tirk re û li gorî hiqûqê û erka xwe tevbigere.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Çelîk û Ozgur Paksoy bi parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Newroz Ûysal re peyivîn. Newroz Ûysal got, hevdîtinên parêzeran û malbatê, 22 sal in di gelek merheleyan re derbas bûne û di merheleya dawî de jî cezayên dîsîplînê yên 3 mehî û 6 mehî li Ocalan dibirrin. Wê xwest Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KE) bi erka xwe rabe û ji bo pêkanîna biryara DMME´yê ya derbarê doza Ocalan de biryarê bide.
Ûysal bi bîr xist ku ew ji bo hevdîtinên malbatan û parêzeran pêk bên, bi awayekî bi rêk û pêk miracaetan dikin: “Bi faksan bersiva miracaetên me didin û dibêjin, ji ber ku cezayê dîsîplînê heye, miracaet hatiye redkirin. Lê nahêlin em cezayên dîsîplînê bibînin yan jî mînakeke wê wergirin. Yan jî gava dema îtiraza di warê hiqûqî de bi dawî dibe, haya me jê çêdibe. Miracaet û îtîrazên me yên ji bo vê jî ji aliyê dadgehên cezayên giran ve tên redkirin. Heta niha mînakeke cezayên dîsîplînê yên ji sala 2018’an ve me wernegirtine. Em nizanin bê ka kîjan cezayê dîsîplînê ji bo çi hatiye birîn.”
Li benda biryara DMME´yê ne
Ûysal got, piştî 9 salan ew pê hesiyane ku cezayê bi hinceta voltavaêtinê -pêgermkirinê- li Ocalan hatiye birrîn. Ocalan ji bo vî cezayî nayê qebûlkirin û ji bo vê du caran îtîraz kiriye.
Ûysal da zanîn ku ev hincet hemû ji bo pêkanîna tecrîdê ne û di warê hiqûqî de nabe ku bên qebûlkirin. Ûysal bi bîr xist ku wan ji ber binpêkirina mafên hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, çalakiyên civakî, pêwendiya bi derve re û mafê tenduristiyê yên Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê miracaetî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kiriye û ew li benda biryarê ne.
Ûysal, ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirk (AYM) a ku cezayên dîsîplînê û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qebûl dike jî got, di warê hiqûqî de îzahiyateke vê tine ye. Ji ber wê jî wan têkildarî biryarên AYM’ê jî miracaetî DMME’yê kiriye.
Serê xwe bi Tirkiyeyê naêşînin
Ûysal ji bo bicihanîna biryarên DMME´yî bal bire ser berpirsiyariya saziyên navneteweyî û got, saziyên wekî DMME, CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê bi helwestên xwe yên heta niha gelek caran Tirkiyeya ku li gor hiqûqa xwe û ya navneteweyî tevnagere, absorbe kirine.
Ûysal îşaret bi biryara DMME’yê ya 2014’an a têkildarî cezayê muebeda girankirî yê li dijî Ocalan kir û got, DMME´yê gotibû, “cezayê muebeda girankirî dijî qedexeya êşkenceyê ye”. Ev jî di dozên Ocalan de biryara ewil a li hemberî Tirkiyeyê ye. Ûysal got, ji ber ku berdana bi şert bi awayekî zelal di Qanûna Înfazê ya Tirk de nehatiye diyarkirin, DMME´yê biryara binpêkirinê daye.
Ûysal bi bîr dixe ku bersiva dewleta Tirk a ji ber biryara DMME´yê tenê “berdana bi şert di qanûnên min de heye. Lê hin îstinsna jî hene”. Li gorî Newroz Ûysal “Tirkiye dixwaze Komîteya Wezîran ber bi biryara dadgehkirina ji nû ve ya di 2007’an de ya ji bo Birêz Ocalan ve bikişîne.”
Li gorî parêzer Newroz Ûysal, Tirkiye dozê “dike mijara bazareke siyasî”. Wê bi bîr xist ku li ser miracaeta saziyên mafên mirovan û hiqûqî di Tîrmeha 2021’ê de, Komîteya Wezîran biryar da ku biryara derbarê Ocalan de di civîna Mijdar-Kanûnê de nîqaş bike. Ûysal dibêje, “Komîte wê miracaetan binirxîne û diyar bike ka Tirkiye di vî warî de tişta dikeve ser milê xwe pêk tîne yan na. Yan dê ji Tirkiyeyê agahiyan bixwaze yan jî dê ji bo pêkanîn û pêkneanîna vê biryarê bang li Tirkiyeyê bike.” Ûysal xwest Komîte ji bo miracaeta têkildarî Ocalan, li gorî prosedura xwe tevbigere û helwêstekê di vî warî de nîşan bide. Ûysal wekî din xwest Komîteya Wezîran daxilî nav bazara siyasî nebe û êdî li gor mebest û peywira xwe ya sereke û metnên xwe yên hiqûqî tevbigere.
AMED