Behzad Mehmûdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji bo şert û mercên nebaş li Hewlêrê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bedena xwe dabû ber agir, jiyana xwe ji dest da.
Mehmûdî ku pêşmergeyekî berê yê ji Rojhilatê Kurdistanê bû, ji ber biryara darvekirinê ya têkildarî wî hatibû dayin, neçar mabû ku xwe li Başûrê Kurdistanê bigire. Mahmûdî yê 25 salî, 18'ê Gulanê çûbû Ofîsa Hewlêrê ya Neteweyên Yekbûyî û daxwaza alîkariyê kiribû.
Piştî ku ciwanê xwe li ber NY´yê şewitand ê ji Rojhilatê Kurdistanê ê bi navê Behzad Mehmûdî jiyana xwe ji dest da, niha derket holê ku ew jî pêşmerge bûye û li dijî Îranê têkoşiyaye. Di dema êrişên DAIŞ´ê de ew çûye Başûr û di şerê li dijî DAIŞ´ê de jî li cem pêşmergeyên Başûrê cihê xwe girtiye. Ew endamê rêxistina Xebatê bûye.
Mehmûdî ku bersiv ji daxwaza wî re nehate dayin, hem ji bo hikumeta Hewlêrê şermezar bike hem jî Neteweyên Yekbûyî şermezar bike, li pêşiya kamerayên rojnamevanên ku çalakî dişopandin, benzîn bi xwe ve da kir û bedena xwe da ber agir.
Behzad Mehmûdî beriya ku bedena xwe bide ber agir li pêşiya kamerayan axivî bû û gotibû, "Gelo ji ber karên xwe yên siyasî diviyabû ez di vî halî de bûma? Gelo ev jiyan e? Çar sal in mîna kûçikan em bêmal in."
Mehmûdî gotibû, "Eger li Îranê vegerim ez ê bêm darvekirin. Li vê derê jî ji bilî park, mizgeft an jî înşaetan cihekî ku em xwe lê bistirên nîne."
Mehmûdî bi birîna giran rakirin Nexweşxaneya Hewlêr Emergency. Piştî 6 rojên di servîsa lezgîn de 24'ê Gulanê serê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Mehmûdî yê ji bajarê Bokanê sala 2017'an serî li Neteweyên Yekbûyî dabû ji bo statuya siyasî. Mahmûdî diyar kiribû ku PDK'ê penaberên Kurd xistiye nava birçîbûnê û Neteweyên Yekbûyî jî bersiv nedaye daxwazên wan ên alîkariyê.
HEWLÊR