- Rojnameyan bi bîr xist ku ev banknota herî mezin e ku heta îro rejîma Sûriyê çap kiriye.
Bankeya Navendî ya Sûriyê pêr banknotên 5 hezar lîreyî derxistin. Vê yekê di çapemeniya welatên Ereb de deng veda. Rojnameyan bi bîr xist ku ev banknota herî mezin e ku heta îro rejîma Sûriyê derb kiriye. Wan got, ev jî rastî krîza herî mezin a aborî û heyatî ya hikûmeta Şamê tê. Di nava pênc salên dawiyê de, ev cara sisiyan e ku banka navendî li Sûriyê, li hember înflasyonê pereyên kaxezî derdixe. Li gorî raporên aborî yên navdewletî, asta înflasyonê li Sûriyê par gihişte ji sedî 263´yê.
ŞAM