Li Sûdanê şerê du generalan ê ji bo desthilatdariyê, tevî bangên ji bo agirbestê jî dewam dike. Li paytext Xertûmê doh jî bombe teqiyan û şer qewimî.
Li Xertûma ku serjimara wê zêdeyî 5 milyonan e, malbat ji ber êrişên hewayî û şerê li deverê, direvin. Heta niha di şer de zêdeyî 270 sivîlî hatine kuştin. Di rewşa heyî de şer bi giranî li Xertûmê û bajarê Darfûrê yê li rojavayê welêt diqewime.
Piştî aloziya bi hefteyan, aliyan di 15'ê Nîsanê de dest bi şer kir. Banga agirbestê li her du aliyan hate kirin, lê belê bi cih nehate anîn.
Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Efrîkayê, Yekîtiya Ereb û rêxistinên cuda yên herêmî ji bo daxwaza agirbestê bikin ji nû ve kom dibin. Bi taybetî hêvî heye ku În (îro) yan jî Şemiyê di cejna Remezanê de agirbest bê ragihandin.
Di navbera general Abdul Fettah El Bûrhan ku desthilatdar e û general Muhemmed Hamdan Daglo şerê ji do desthilatdariyê diqewime.
Li Sûdanê ji her sê kesan, pêdiviya kesekî bi alîkariya lezgîn heye. Ji ber şer, ev rewş jî her diçe xerabtir dibe.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna daxuyaniyeke li ser agirbestê nebû.
XERTÛM