Bangek li her kesî kir

În 20 Çile 2023 - 00:51

  • Cemîl Bayik rexne li CPT’ê kir ku têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê nade û got, "Ev tê wê wateyê ku Ewrûpa, CPT û dewleta Tirk bi hev re polîtîkaya tecrîdê dimeşînin." 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik tevlî bernameyeke taybet a Stêrk TV´ê bû û şehîdên meha Çile û Veysî Taş ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, bi bîr anî. Wî paşê got; “Di şexsê hevalê Rûbar, Xelîl, Mûrat de tevahiya şehîdên me yên Çile bi bîr tînim, bejna xwe li pêş wan ditewînim. Dewleta dagirker a Tirk faşîst di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd siyaseteke qirkirinê dimeşîne. Hevalê Veysî Taş li dijî vê siyaseta gemar sekinî, qebûl nekir, protesto kir û bi serbilindî ji bo şehadetê meşiya. Bi vê munasebetê ez bejna xwe li ber wî ditewînim. Ew heval, li zindana Diyarbekirê di 12'ê Îlonê de jî di êşkenceyê de ma. Berî 6 mehan ji zindanê derketiye. Lê belê welatparêziya Kurdistanê bi taybetî ya Mêrdînê di şexsê wî hevalî de di asteke pirr kûr de hebû. Heger wer nebûya li Rêber Apo wer xwedî dernediket, li gelê Kurdistanê, li mirovahiyê welê xwedî dernediket.”

 

Veysî Taş bang li gelê Kurd kir

Bayik bal bire ser dîmenê Veysî (Bûbê) Taş li paş xwe hiştiye û wiha dewam kir: “Banga min li her mirovekî welatparêz e, lazim e li vî dîmenî guhdarî bike. Wê ji bo xwe encaman derxîne. Ji ber ku hevalê Veysî Taş, heger şehîd ket, ne ji bo şexsê xwe şehîd ket. Ji bo gelê Kurd şehîd ket. Siyaseta ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd tê meşandin, dît ku siyaseteke tinekirinê ye. Lewma li dijî wê sekinî. Û bangek kir li her kesî. Got, lazim e hûn li dijî vê siyasetê xurttir bisekinin. Wî hevalî talîmatek da me. Lazim e her kes li gorî vê talîmatê berpirsyariya xwe pêk bînin. 

Niha li ser Rêber Apo siyaseta qirkirinê tê meşandin. Siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd e. Ji ber ku Rêber Apo temsîla gelê Kurd dike, Rêbertiya wî gelî dike. Heger dewleta Tirkiyeyê bi israr li ser Rêber Apo vê siyaseta qirkirinê dimeşîne, ji ber wê dimeşîne. Tolê ji Rêber Apo hildigire. 

Diyar e ku naxwazin di vê siyasetê de guhertinê bikin, di wê siyasetê de israr dikin. Heta ku gelê Kurd zêhniyeta wan parçe bike ku zanibin nikarin qirkirinê temam bikin, ku pozê wan şikand, hingî mumkun e zêhniyeta xwe biguherînin. Hem gelê Kurd hem Rêberê gelê Kurd qebûl bikin. Li ser wî esasî, belkî gavinan biavêjin. Lê belê niha di qirkirinê de israr dikin. Bi vê siyasetê nikarin encamê wergirin.

Rêber Apo ji bo ku berpirsyariya xwe ji bo gelê Kurd, mirovahiyê pêk bîne, di nava şertên gelekî zor û zehmet de kar kir. Yanî ku bikaribe pirsgirêka gelê Kurd û mirovahiyê yên azadî û demokrasiyê çareser bike, li ser wî esasî berpirsyariyeke pir giran da ser milê xwe. Di şertên pir zor û zehmet de kar kir. Xwest ku zêhniyeta dewleta Tirk biguherîne, li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were, pirsgirêkên Kurd, Elewiyan, gelê Tirkiyeyê, ekolojî, jin pirsgirêkan hemûyan çareser bike. Zemînê wê yê pirr xurt ji bo Tirkiyeyê danî. Lê belê ji ber ku di zêhniyeta dewleta Tirkiyeyê de qirkirin heye, ew têkoşîna ku Rêber Apo bi yek alî meşand, pûç kirin, nehiştin ku pirsgirêk li Tirkiyeyê çareser bibin û Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe.” 

 

Dixwazin weke Gramsî li Rêber Apo bikin

Cemîl Bayik Gramsî yê Serokê Partiya Komunîst a Îtalî bi bîr xist û got, “Sermayedarên Îtalyayê digotin, lazim e mirov serê wî bicemidîne 20 salan. Yanî ku nikaribe li ti tiştî bifikire, afirandinê bike, pirsgirêkên Îtalyayê çareser bike. Pirr jê ditirsiyan. Ji fikrên wî. Ji ber wê, ew pêşniyaz dikirin. Niha tişta ku li ser Rêber Apo dewleta Tirk dimeşîne, li ser wî esasî ye. Ji bo nikaribe bifikire, nikaribe biafirîne, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê rola xwe pêk neyîne, ji bo dengê Rêber Apo negihêje kesekî. Ji ber wê wê siyaseta tecrîdê dimeşînin. Di wê siyasetê de guhertinek nîne. Yê ku guhertinê çêbike gelê Kurd e, dostên gelê Kurd in. Wan çi wextê têkoşîneke mezin kir, wê demê dewleta Tirk neçar bimîne ku wê siyasetê biguherîne.” 

 

Ewrûpa, CPT û Tirkiye tecrîd dikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji CPT´ê xwest daxuyaniyekê bide û wiha dewam kir: “CPT´ê daxuyaniyek neda. Lazim e Konseya Ewrûpayê daxuyaniyekê bide. Lê belê, ew jî daxuyaniyê nadin. Ji ber ku CPT girêdayî wan e, wezîfeya wan e jî pêşî li êşkenceyê bigirin. Rola ku pê radibin, roleke pirr xerab e. Ev jî çi diyar dike? Ewrûpa, CPT, Tirkiye bi hev re wê tecrîdê, siyasetê dimeşînin. Diyar e ku siyasetekê bi hev re dimeşînin. Ji vê siyasetê ne tenê Tirkiye berpirsyar e, Konseya Ewrûpayê û CPT jî berpirsyar in. 

Hem li Tirkiyeyê, hem li derveyî Tirkiyeyê, li Ewrûpa, li nava Ereban, li gelek welatan gelek parêzeran îmze kirin, daxuyanî dan. Gotin, em li dijî vê siyasetê ne, em dixwazin biçin Îmraliyê, Rêber Apo bibînin. Ew kar karên pîroz in. Ez van parêzeran silav dikim. Baroya Tirkiyeyê gavek avêt. Wezîfeya xwe pêk anî. Serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da. Baroya Colemêrgê jî miracaet kiriye. 

Yên li Ewrûpayê dikarin biçin pêşiya CPT´ê, wê protesto bikin. Heger parêzerên Ewrûpayê vê çalakiyê bikin, ez bawer dikim wê tesîreke wê çêbibe. Dîsa 3 mehan ceza dane Rêber Apo. Ew ceza ne hiqûqî ne, bi temamî siyasî ne. Dixwazin bi vî rengî îradeya Rêber Apo, ya gelê Kurd bişikînin da ku karibin armanca xwe ya qirkirinê pêk bînin.” 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.