Banga Frankfurtê xwe gihand gelek bijîşkan

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 11 Çile 2023 - 00:55

Bi sedan kesayetên Frankfurtê destek dan Banga Frankfurtê (Frankfurter Appell) a ji bo Bidawîkirina Şerên Êrişê yên Dewleta Tirk. Metina vê bangê 27´ê Mijdara bihurî, piştî êrişên berfereh ên 19´ê Mijdara 2022´yan hat nivîsandin û eşkerekirin. Bang bi înîsiyatîfa Komeleya Dostaniya bajarên Frankfurt û Kobanê hat amadekirin. 

Di bangê de ji hikûmeta federal a Elman tê xwestin ku “tavilê li cem Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî (NY) û NATO´yê bikeve nava hewldanan da ku şerê êrişê bi dawî bike û rêya alîkariya insanî ji bo Bakurê Sûriyê mumkin bike. Çawa ku hikûmeta federal binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi destê Rûsyayê li Ukraynayê şermezar û mehkûm dike, lazim e ku ew şerê êrişê yê li dijî gelê Kurd li Sûrî û li Iraqê jî rûreş bike.”

Di cih de bi sedan kesayetên li hawîrdora Frankfurtê, nexasim jî bijîşkan destek da bangê. 

Ji Komeleya Dostaniya bajarên Frankfurt û Kobanê, Bianca Winter got, “Esas ev bang di wî warî de serketinek bû, lewma kesên ku di warê aktîvîzmê de ne çalak jî destek danê. Wan got, bi vî awayî ew dikarin dengê xwe bigihînin siyasetê. Herçî siyaseta bajêr e, ji nava partiyên di koalîsyona şaredariyê û yên di muxalefetê de jî helwêstên erênî bi me re hatin parvekirin. Di nava wan de etnologa navdar Susanne Schoter jî heye. Ji GfvB Dr. Kemal Sîdo jî heye. Gelek bijîşk hene yên weke Prof. Gerhard Trabert, Dr. Michael Wilk jî. Endamên parlamena eyaleta Hessenê jî hene.”

Tevî ku ji siyaseta cihî helwêstên erênî bihîstin, hîna ji hikûmeta federal ti helwêsta diyar a elaqedarî bangê wan nebihîstiye. Lê hin têkiliyên heta bi Berlînê diçin û belkî karibin rêya birina alîkariya insanî rehet bikin, ji wan re peyda bûne.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.