Banga DEM li hilbijêrên mobîl

În 15 Adar 2024 - 00:44

DEM Partî, ji bo hilbijêrên mobîl bibe ser sindoqê bênavber dixebite. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Edîp Bînbîr got: "Nebêjin 'Ez neçim ser sindoqê jî dibe.' Em bi hev re dersekê bidin polîtîkayên kedxwar û qeyûman." 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hilbijêrên mobîl ên ku dûrî bajarê xwe ne wê bibe ser sindoqê. Endamê Komîsyona Hilbijêrên Livdar Edîp Binbîr bang li hemû hilbijêrên DEM Partiyê kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Binbîr da zanîn ku li gelek bajarên Kurdistanê qeydên dengdêrên xeyalî hene û li Amedê jî bi heman awayî tespîtên bi vî rengî kirine û wiha got: "Bi taybetî li Amedê ji bo hin cihan ku ji bo bidin der ku ne bi destê qeyûman, lê bi rêya hilbijartinê bi dest dixin, gelekî hewl didin. Li navçeyên wekî Sûr, Hezro, Pîran, Pasûr, Hênê û Gêlê karmendan bi rê û rêbazên wekî wezîfedarkirina demkî bi cih kirine û ew wekî dengdêr qeyd kirine. Me li ser vê yekê îtîrazên pêwîst ji rayedarên pêwendîdar re kirin, lê di encamê de me dît ku desthilat li ser vê herêmê dixebite."

Yên nikarin bên me agahdar bikin

Binbîr bang li xebatkar, xwendekar û ciwanên ku hilbijêrên DEM Partiyê ne lê li derveyî bajar in kir ku dengê xwe bi kar bînin. Binbîr got ku kesên nikarin bên an jî di warê aborî de zehmetiyên wan hene bila buroya DEM Partiyê ya herî nêz agahdar bikin an jî bila bi hejmarên pêwendiyê yên parvekirî rewşa xwe ragihînin. Bila gumanênw an çênebin, dê alîkariya wan bê kirin." 

Ez neçim sendoqê nabe  

Binbîr amaje bi wê yekê kir ku li gelek deverên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijêrên ku dengê xwe bi kar naynin hene û got: “Ji bo ku ev hilbijêr karibin dengê xwe bidin komîsyonên me dixebitin. Divê kes nebêje, 'Ez neçim ser sindoqê jî dibe'. Dengdan tevkariya siyaseta demokratîk e, tê wateya bidawîkirina zilmê û azadkirina deştên me. 

Forma serîlêdana ji bo hilbijêrên mobîl wiha ye: 

* Forma serîlêdana 

*  hilbijêrên livdar 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.