Balafireke bêmirov a Tirk êrîşê Şengalê kir
Şemî 29 Cotmeh 2022 - 00:49
Balafireke bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a dagirker doh nêzî seytereya Cidalê ya Şengalê êrîşeke hewayî pêkanî. Li gorî zanyariyan ti zirereke giyanî çênebû.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Rojnewsê ji herêmê ragihandiye êrîş li nêzî seytereya Cidalî ya Şengalê pêk hatiye. Hêjayî bibîrxistinêye jinên Kurd û Iraqî li Bexdayê li dijî êrîşên hewayî yên Tirk kampanyaya qedexekirina qada hewayî li balafirên Tirk ragihandibûn. Lê tevî vê yekê jî heya niha hikûmeta federal a Iraqê û hevpeymaniya navnetewî ya bi pêşengiya Emerîkayê ti gaveke pratîkî di vê mijarê de ne avêtine. Ev jî yekem êrîşa piştî avakirina hikûmeta nû ya Mihemed Şiya Sûdanî ye!
ŞENGAL