Bajarê Antîk tê tine kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 1 Nîsan 2023 - 01:55

AHMET KANBAL/MA/MÊRDÎN

 

Li Bajarê Antîk ê Darayê yê dîrokî ku di salên 500’an ên Beriya Zayînê (B.Z.) hatiye avakirin û li gundê Dara yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê ye, avahiyeke beton hate avakirin. Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê ji bo avahiya navborî di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê ya Ziyaretvanan a Orenyerî ya Dara ya Mêrdînê û Karê sererastkirina hawirdorê” de îhale pêk anî. Îhale bi 5 milyon û 910 hezar lîreyan dan fîrmaya bi navê Înşaeta DE-HAY’ê. Piştî îhaleyê înşaeta avahiyê hate temamkirin. Avahiya beton a di bin navê “Navenda Pêşwazîkirinê” de li herêma dîrokî ku qada SÎT’ê ye hatiye avakirin, rû bi rûyê nerazîbûna ziyaretvanan dibe. 

Ji bilî avahiya beton li cihê ku gorên ji keviran ên dîrokî lê heye, sererastkirina dîrokî tê kirin. Li vir jî kevirên parke tên danîn.  

Erdên li derdora Bajarê Antîk ê Darayê ne jî, beriya niha dihat xwestin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji îmare re bê vekirin. Lê li ser nerazîbûnan pîlankirina îmarê bi awayekî demkî hatibû sekinandin. 

 

Ev rewş bajarê me temsîl nake

Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ku nerazîbûn nîşanî kiryarên li cihê dîrokî dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo aşkerakirina qadên nû yên li Bajarê Antîk ê Darayê xebatek nehatiye kirin û hat gotin, “Bajarê dîrokî terkî qedera xwe hatiye kirin.” 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Li bajarê ku Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e, avahiya ku rêgezên çand û fenê serûbin dike, dîroka bajarê me temsîl nake. Ji vê rewşê, niştecihên gund û mêvanên tên bajarê antîk jî bi awayekî cidî aciz in.”

 

Divê tavilê vê şaşiyê sererast bikin

Odeya Avahîsazan li dijî biryara Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê û Desteya Parastina Mîrateya Çandî ya Herêmê ku destûrê dide avahiyek bi vî rengî ya li bajarê qedîm bê avakirin nerazîbûn nîşan da û got;“Li Qada Sît a Arkeolojîk a Asta Yekemîn e, ne pêkan e ku li bajarê mezin ê antîk projeyeke bi vî rengî were erêkirin. Ji bo sererastkirina vê rewşê divê tavilê gavên pêwîst bên avêtin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.