Azadiya Rêbertî armanca sereke ye

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:56

Konferansa TekoJIN'ê bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Jinên ciwan ên endamên TekoJIN'ê ku ji çar aliyên Elmanyayê li Kasselê hatin cem hev, bi xwendina sosyolojiya jinê, pêvajoya siyasî û eşkerekirina encamnameyê konferansa xwe bi dawî kirin. Piştî axaftina vekirinê ya Konferansa TekoJIN’ê ya li bajarê Kassel ê Elmanyayê, pêvajoya siyasî û civaknasiya jinên ciwan hatin nirxandin. Konferansa ku bi beşa duyemîn dewam kir, bi hilbijartina nûnerên Elmanya bi dawî bû. Ji bo nûnertiya herêma Elmanyayê 9 nûner hatin hilbijartin. Di beşa duyemîn de Zîlan Mêrdîn xebatên TekoJIN’ê yên salan e ragihand û got: “Armanca sereke ya TekoJIN azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Têkoşîna xwe li ser paradîgmaya azadiya jinê plan dike û li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşîne. Di çarçoveya armanca xwe ya pêkanîna azadiya jin û gelan de xwedî li mîrasa têkoşîna şoreşgerî û têkoşîna jinê ya cîhanê derdikeve. TekoJIN xwe ji bilindkirina têkoşînê berpirsyar dibîne û her roj zêdetir xwe li cîhanê belav dike. Li dijî çeka herî bi hêz desthilata mêr şerê taybet e. Jinan hişyar dike, perwerde dike û li dijî zilma mêr refên têkoşînê berfireh dike.” Piştî axaftina Zîlan Mêrdîn, Xweza Aydin û Ronya Gul bi danasîna Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û xebatên wê berdewam kirin. Di konferansê de wiha hat gotin:“Armanca JXK’ê ew e ku di avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber APO ve hatiye pêşxistin, cih bigire. Azadiya fizîkî ya Rêber APO di navenda hemû xebatên de ye. Bi giranî xebatên xwe li zanîngehan dikin. Xebatên mîna panel, semîner hwd. ên ku ji bo hişmendiyê dimeşîne.” Piştî danasîna TekoJIN û JXK, konferans derbasî beşa encamnameyê bû. Nûnerên koordînasyonê yên li Elmanyayê dixebitin hatin hilbijartin. Piştî ku nûner hatin hilbijartin, encamname hat xwendin.

Hin pîlansaziyên di encamnameyê de wiha ne:

• TekoJIN wê azadiya fizîkî ya Rêber APO bike navenda hemû xebatên xwe.

 • Wê pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bi rê ve bibe û di komîteya pêngavê de cih bigire.

 • TekoJIN Elmanya, ji bo pêşxistina girêdana bi îdeolojiya Rêber APO wê giraniyê bide xwendina pirtûkên û dahûrandinên Rêber APO. Bi vê armancê li her cihê ku komîteyên TekoJIN, komîn û înîsiyatîf lê hebin dê komên xwendinê bên avakirin û li cihên ku tune ne jî xebatên avakirina van koman bên kirin.

 • Di meha Cotmehê de çalakiyên hişyarkirina rastiya Rêbertî û komployê (semîner, forûm, çalakî û hwd.) bên lidarxistin.

 • Li herêmên Elmanyayê (Başûr, Bakur û Navîn) heta dawiya meha Çileyê wê atolyeyên jinên ciwan û Rêbertiyê bên lidarxistin.

Derbarê çalakiyan de:

 • Di çalakiyên 9'ê Cotmehê, 25'ê Mijdarê, Komkujiya Parîsê, 15'ê Sibat û 8'ê Adarê de wê tevlîbûneke xurt bê organîzekirin û çalakiyên resen ên ku hêz û nasname wê derkeve pêş.

 • Piştî kongreya TekoJIN wê meşeke girseyî pêk were.

 • Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê di navbera 04-07’ê Tîrmehê de hefteyek çalakî bên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.