Aysel Tûglûk ji hepsê derket

În 28 Cotmeh 2022 - 21:27

  • Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê Tûglûk ji hepsê derket.

Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê Tûglûk ji hepsê derket.

Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarê girtiya nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûkê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin. Piştî biryara dadgeriyê, Tûglûk pêr T ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmar 1'ê derket.

Li ber girtîgehê malbata Tûglûkê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya

Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, rêvberiên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TÛHAYDER û gelek kes Tûglûkê pêşwazî kirin.

KOCAELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.