Aydeniz û Keskîn dîsa bûn hevserok

Duşem 26 Hezîran 2023 - 00:42

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Awarte ya 5’an li Enqereyê li dar xist. Di kongreyê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din bûn hevserokên partiyê.

Kongreya Awarte ya 5’an li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya li Enqereyê hat lidarxistin.

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl jî ji mêvanên kongreyê bûn.

Li hola kongreyê pankartên li ser nivîsandî "Ciwanên Kurd pêşengên Ronesansa Rojhilata Navîn in" û "Hûn hilweşînin em ê weke jin ji nû ve ava bikin" bal birin ser xwe.

Seroka dîwana kongreyê Bedriye Yorgun diyar kir ku têkoşîn tenê pêvajoyên hilbijartinê nîne û bal kişand ser girîngiya xwerexnekirina ji bo kêmasiyên di hilbijartinê de.

Yorgûn bal bire ser tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan û got, saziyên navneteweyî tecrîda mutleq rewa dikin: “Li Îmraliyê sîstemek heye ku li ti dera cîhanê nehatiye dîtin. Divê were zanîn ku ji bo rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan divê em têkoşînê xurt bikin."

Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Zekiye Îlbasan jî anî ziman ku di dema pêş de avakirina polîtîkaya rêya sêyemîn pêwîst e.

Wekîlê Hevserokên Giştî Farûk Tatlî jî li aliyê din diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li ser gelên Rojhilata Navîn dike û divê Ocalan azad bibe.

Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî got, "Bêedaletî û neheqî bi dawî nabin. Divê em li dijî vê rewşê bihêvî û bi dilê xwe têbikoşin û rêya xwe bidomînin. Tevî hemû encaman jî em ê tişta zehmet bi ser bixin û aştiyê bînin van xakan. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, aştî û demokrasî nayê vî welatî.” 

Piştî axaftinan bi pêşniyaza delegeyan Komîsyona Biryarê hat avakirin û rapora salekê hat xwendin.

Beşek ji delegeyan pêşniyaz kirin ku Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, careke din bibin hevserokên giştî yên partiyê. Ev pêşniyaz bi pirraniya dengan hate qebûlkirin. Bi vî awayî Aydenîz û Keskîn ji bo hevserokatiya DBP'ê careke din hatin hilbijartin.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.