- Li gorî belgeyê, Slovakyayê Tîrmeha bihurî rayedarên Awusturyayê li ser êrişkar û 2 kesên din hişyar kiriye.
Piştî êrişa li Viyanayê ya ku tê de DAIŞ´ê herî kêm çar kes kuştin, 22 kes jî birîndar kirin, niha belegeyek derkete holê ku weke skandal tê binavkirin. Li gorî belgeyê, Slovakyayê Tîrmeha bihurî rayedarên Awusturyayê li ser êrişkar û 2 kesên din hişyar kiriye. Wan gotiye, wî li Slovakyayê dermance, tiving û guleyên tivingan kirrîne. Axir rayedarên Awusturyayê, nexasim jî wezîrê karê hundir tê gunehbarkirin ku ev hişyarkirina Slovakyayê nehesibandibin.
Li gorî agahdariyên wezareta karê hundir a Awusturyayê herî kêm êrişkarekî, 2´yê Mijdarê li devera bi navê Schwedenplatz a li paytext Viyanayê, 4 kes qetil kirin û 22 kes jî birîndar kirin. Polês êrişkarek kuştibû. Wezîrê karê hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer ji bo vî êrişkarî gotibû, Nîsana 2019´an hewl dabû biçe Sûriyê û ji ber vê 22 meh cezayê hepsê lê hatiye birrîn. Êrişkar Kanûna bihurî hatibû berdan. Rayedaran ew weke sempatîzanê DAIŞ´ê bi nav kiribû.
Ne carekê du caran çûye Tirkiyeyê
Niha belgeyek eşkere bû ku nîşan dide Tîrmeha bihurî rayedarên Slovakî, rayedarên Awusturyayê hişyar kirine û gotine bi maşîneke bi plakeya Viyanayê (plakaya tam hatiye nivîsandin) 3 kesan ji Slovakyayê dermance, tivinga Kalaşînkof û guleyên wan kirrîne. Rayedarên Slovakî navê van her sê kesan jî diyar kirine. Yek ji van kesan êrişkar e. Rayedarên Slovakyayê nasnameya wî, navnîşana wî û heta hewldanan wî ya tevlîbûna nav refên DAIŞ´ê di ser Tirkiyeyê re jî bi bîra rayedarên Awusturyayî xistiye. Di vê belgeyê de Herdu kesên din jî weke dê û kurekî hatine diyarkirin. Ev dê û kurê wê ji Kosovoyê ne û kur jî weke “Îslamiyê tundraw” li cem rayedaran tê nasîn. Agahiyeke ku rayedarên Awusturyayê zêde behsa wê nekirî jî di belgeyê de hebû; ji bo êrişkarê li Viyanayê hatî kuştin, hatiye nivîsîn ku ew berê li Tirkiyeyê hatiye girtin, çûye Awusturyayê û ji wir sala 2019´an careke din hewl daye biçe Sûrî. Yanî têkiliya êrişkar a bi Tirkiyeyê re ne bi yek benî lê bi gelek benan e.
Tevî ku muxalefetê nexasim wezîrê karê hundir ji ber tevdîrnegirtinê gunehbar kir û xwest îstîfa jî bike, wî îdîa kir ku di bûyerê de ti qisûra wî nîne. Çapemeniya Awusturyayê bi xwe mesele weke skandal bi nav kir.
VIYANA