BÎLAL GULDEM /OZGUR PAKSOY
MA/ÊLIH
Li 8 gundên ser bi navçeya Hezo ya ser bi Êlihê, ev 17 roj in ji ber birrîna elektrîka dînamoyên avê, av nîne. Şirketa DEDAŞ’ê bi milyonan deynê elektrîkê yê gundan kiriye hincet. Xelkê van gundan qutkirina avê wek “koletî, hovîtî û zilmê” dinirxînin û banga çareseriyê dikin.
Li gundên Zîlan û mezra xwe Bacaxê, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê, Holê û Xoxê yên ser bi navçeya Hezo ya Êlihê, ev 16 roj in ku av ji ser xelkê hatiye birrîn. Di rojên ewil de ava Bajaroka Kaniyahenê jî hatibû birrîn lê bi demkî ava bajarok hatiye berdan. Hat zanîn ku DEDAŞ’ê gotiye ew ê ava Kaniyahenê û gundê Melkîşa jî qut bike. Hat zanîn ku Miduriyeta DEDAŞ'ê gotiye wan li tevahiya Êlihê ceryana ava 45 gundan qut kiriye û ew ê vê hejmarê bikin 90.
Zilmê bi tîhnê li gundiyan dikin
Ji ber ava şebekeya gund nayê welatiyên gundan neçar in bi tankêr û metereyan avê ji Çemê Batmanê û qenala avê ya DSÎ’yê bînin û pêdiviya xwe dabîn dikin. Ji ber ava çem û qenalê nepaqij e, ev yek jî dibe sedema nexweşiyan û rê li ber emel û vereşînê vedike. Gundî dibêjin ji ber nebûna avê, dar û ber û sebzeyên wan jî hişk dibin.
Li gundê Zîlan malbata Yucel ji ber Kovîd-19’ê di karantînayê de ye û nikarin pêdiviyên xwe yên avê dabîn bikin. Ji ber karantînayê di şaneşîna mala xwe de axivîn.
Ji xelkê gundê Zîlanê, Tahîr Yumurtaci li ser traktorê bi tankêrê avê dibe malê, ew dibêje, heta niha ji bilî partiyên muxalefetê kesî li rewşa wan nepirsiye û DEDAŞ dixwaze wan ji bêaviya bikuje: “Ava çem û qenalê di ber gundê me re diçe û bendav li ber gundê me ye, lê em ji avê mehrûm hatine hiştin. Av li ber çavê me ye, lê em nikarin vexwin.”
Wehşet e
Em bi Abdullah Ozerdem re çûn serê ava kaniyê. Li serê kaniyê Turkan Ozerdem jî diyar kir ku ew ji ber nebûna avê pirr perîşan bûne: “Navê ve ne zilm e, wehşet e. Ji ber ku av tine ye, em qeliyan, mala me xera bû. Bila dinya alem tev halê me bibîne. Ji ber bêaviyê em şaş û metel mane.”
Hasîna Sevîm jî got, ew bi gurcikekê ye û nexweş nikare biçe avê bîne. Sevîm da zanîn ku av paqijiya jiyanê û îmanê ye û ji ber ku av tine. nikare destnimêj bigire û nimêja xwe jî bike. Sevîm dibêje “Ji bo xatirê van eyd û erefatan ava me berdin. Em rezîl û perîşan bûne.”