Astengiyên ‘piçûk’ li Xezeyê!

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 19 Mijdar 2023 - 16:14

Serokwezîrê Qetarê Muhemmed bin Ebdulrehman El-Sanî bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Deve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell re li paytexta Qetarê Dohayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Di danûstandinan de zehmetiyên mane gelekî piçûk in (...) ew zehmetî hîn bêhtir lojîstîkî ne, pratîkî ne."

62 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Li qadê jî operasyonên Îsraîlê bi berfirehî dewam dikin. Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de ya roja yekşemê de, hate ragihandin ku di şerê li Şerîda Xezeyê de sê leşkerên din ên Îsraîlê hatine kuştin. Bi vî rengî ji destpêka şerê Îsraîlê li dijî Xezeyê ve 62 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Li aliyê din piştî ku artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Şîfa dagir kir, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da zanîn ku nexweşxane êdî nikare ti karê dermankirinê bike û ji xizmetê ketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.