Artêşa Tirk leşkerê xwe şewitand

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 00:24

  • Dîmenan hovîtiya artêşa Tirk belge kir: Artêşa Tirk a dagirker li Zapê cenazeyê leşkerên xwe bombebaran kirin û şewitandin. 

HPG'ê beriya niha gelek caran bi daxuyaniyan ragihand ku artêşa Tirk bombeyan li cenazeyên leşkerên xwe dibarîne, ji zinaran diavêje, her wiha dişewitîne. Hin dîmen gihîştin ber destê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku van daxuyaniyan piştrast dikin.

Çavkaniyên HPG´ê beriya niha dabûn zanîn ku 11´ê Îlonê li Girê Cûdî yê li rojavayê Zê (Zapê) artêşa Tirk cenazeyên leşkerên xwe şewtandiye û paşê jî bi helîkopteran bombebaran kiriye da ku nekevin destê hêzên HPG´ê.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê Sedat Yektaş jî 28´ê Cotmehê di bernameyeke nûçeyan a Stêrk TV´yê de jî ev agahî bi kite kit rave kiribû û gotibû di destê wan de dîmen hene. Ev dîmenên niha ANF´ê weşandin jî vê daxuyaniya berdevkê HPG´ê piştrast dike.     

 

Dîmen belgeyên hovîtiya dewleta Tirk in

Dewleta Tirk û desthilata wê Hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo qirkirina Kurdan û dewamkirina desthilatdariya xwe, pîvanên exlaqî, hiqûqî û mirovî binpê dike. Ew bi vî rengî êrişên dagirkeriyê dewam dike. Hin dîmenên ku gihiştin ber destê ANF´ê û ANF´ê doh weşandin, eşkere nîşan didin ku artêşa Tirk cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne.

Ji van dîmenan diyar dibe ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zê di 11'ê Îlona 2022’yan de hatine kişandin, mirovan matmayî dihêlin. Tevî ku HPG nav, kunye û dîmenên leşkeran parve kiribûn jî artêşa Tirk kuştiyên xwe ji raya giştî vedişartibûn û hîna jî kuştiyên xwe vedişêre. Vê carê jî hate dîtin ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne. Gerîlayên ku dîmen girtine bi xwe jî ji ber hovîtiya artêşa Tirk metelmayî mane. 

 

Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî…

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 12'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku artêşa Tirk cenazeyên leşkerên xwe şewitandine. Di daxuyaniyê de hingê HPG´ê gotibû, "Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, leşkerên Tirk ên 11'ê Îlonê hewl dan bikevin hundirê tunelên şer ên li Şehîd Çekdar, hatin kontrolkirin. Saet 10:00´an destpêkê kemîn li pêşiya wan hate danîn, piştre jî bi sabotajê li wan hate xistin. Hêzên me yên li tunelên şer û tîmên me yên bi tevger bi hev re ev çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi bombeyên destan, çekên ferdî û sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû û 4 dagirker jî birîndar bûn. Eşkere bû ku navê dagirkerên hatin cezakirin Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Bûrak, Nacî, Harûn, Mert, Ogûz û Fûat e.

 

Bombe li cenazeyan barandin

Artêşa Tirk, ji bo çek û cebilxaneyên li ser dagirkerên hatin cezakirin nekevin destê hêzên me, bi balafiran û obusan bombe li cihê cenazeyan barandin. Droneyek li ser qada çalakiyê hate firandin jî bû hedefa tîmên me yên bi tevger û derb lê hate xistin. Piştre jî 2 dagirkerên din bi sekvaniyê hatin cezakirin.

Artêşa Tirk piştî ku bi balafirên şer û obusan bombe li qadê barandin, ji helîkpoterên êrişê roketên sotîner li cihê cenazeyên leşkeran barandin û bi vî rengî agir berda cenazeyên leşkerên xwe. Qada çalakiyê û beşek ji cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin hîna jî di bin kontrola hêzên me de ne. Ji saet 10:00 heta 16:00´an di encama çalakiyan de bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin, 4 birîndar bûn û derb li droneyekê hate xistin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.