Armanca YPJ’ê şoreşa civakî ye

Nûçeyên Jin

Sêşem 18 Mijdar 2025 - 15:00

  • Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed da zanîn wek YPJ’ê têkoşîna wan ne tenê wekî hêzeke fermî ya di artêşê de cihgirtin e û got:”Armanc şoreşeke civakî ye. Armanca YPJ’ê ew e xwe bigihîne tevahî jinên Sûriyeyê, xweparastin û birêxistinbûnê ava bike.”

Têkildarî tundiya li ser jinan, xweparastin û birêxistinbûna jinan, li Sûriyeyê rewşa jinan û rola YPJ’ê ya di parastina jinan de fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed nirxandin kir.

Wek YPJ hûn rewşa jinan li cîhanê di aliyê parastin û birêxistinbûnê de çawa dibînin?

Bi pêşketina zanistê re pêwîst bû ev pêşketin biketa nava civak û jinan jî. Lê berovajî ye, ji ber ku di destê desthilatê de ye. Her kes ji raya giştî re dibêje ku ji bo rawestandina şeran hewl dide, lê ev tenê li ser çapemeniyê ye. Di rastiyê de ji bo berjewendiyên xwe şeran derdixin. Pergal bi zanebûn nakokiyên di navbera gelan û pêkhateyan de berfireh dike. Ev ne xwezayî ye. Mixabin her ku diçe rewşa jinan jî bi paş dikeve. Tê gotin ku jin di nava xebatan de, heta nava hêzên parastinê yên dewletan de cih digirin. Lê ev ne ji bo berjewendiya jinan e. Her çi qas rengê jinan derketiye pêş jî, lê desthilatê tundiya ser jinan kêm nekiriye. Divê em jin jî xwe nexapînin, her ku diçe tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Di aliyê fîzîkî, destdirêjî, xwekuştina jinan, heta li ser medyaya dîjîtal. Li hemberî vê di demên dawîn de hişmendiya jinan bi pêş ketiye û pêwîstiyê bi xweparastinê dibînin. Dikevin nava qadên jiyanê. Ev erênî ye. Lê takekesî nabe, pêwîst e birêxistinkirî be û yekitiyek hebe. Pêşketin û birêxistinbûna jinan li gorî dema tê xwestin kêm e. Ji bo vê jî têkoşîneke xurttir dixwaze.

Li Sûriyeyê piştî 27’ê Mijdara 2024’an desthilat hat guhertin, hûn di vê dema desthilata heyî de rewşa jinan çawa dibînin?

Li herêmên me têkoşîna jinan heta astekê bi pêş ket, lê têrê nake. Di sala dawîn de hikumet hilweşiya û desthilateke nû hat şûna wê. Qaşo divê pirsgirêk çareser bikira, lê bûyerên li peravê û Siwêydayê derketin holê, ne tenê li van qadan, li tevayî bajarên Sûriyeyê bûyerên tundiyê derdikevin holê. Jin tên revandin, windakirin, destdirêjî lê tê kirin, li ser medyaya dîjîtal êrişî jinan dikin, jin tên qetilkirin. Li derve û hundirê Sûriyeyê ev hişmendiya çetewarî heye. Me beriya niha jî gelek caran girîngiya xweparastin û birêxistinkirinê anî ziman. Bûyerên di demê dawîn de jî nîşanî me kir ku pêwîstiya her kesî bi xweparastin û birêxistinbûnê heye. Eger em xwe bi rêxistin nekin, pergala xweparastinê ava nekin, pir zehmet e ku em vî mêjiyê ku jiyana wekhev ji holê radike, biguherînin.

Li hemberî vê rola dikeve ser milê YPJ’ê çi ye û YPJ çi dike?

Xebateke me di vî alî de berê jî hebû, lê divê zêdetir di aliyê birêxistinbûnê û mezinkirina têkoşînê de hewldan bên kirin. Wek YPJ têkoşîna me ne tenê wek hêzeke fermî di artêşê de cih bigirin, an jî wek fermî hat pejirandin û bes be. Têkoşîneke civakî pêwîst e, azadî û wekhevî tenê bi beşdariya jinan dikarin çêbin. Azadiya mêran jî bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Di vî alî de destekftiyên me hene, lê hîna kêm in û divê bihêztir bin. Lê ya girîng em xwe bigihînin tevahî jinan û têkoşîneke hevpar pêwîst e.

Rêber Abdullah Ocalan di manîfestoya dawîn de ev hişmendiya desthilatdariya mêran wek “qatilê kastîk” pênase kir. Li gorî we jin çi qas bi vê êrişa bîrdozî û birêxistinkirî dizanin?

Bi hezaran sal e ev êrişa qatilê kastîk heye. Lê êdî derfetên xwenaskirin û zanebûnê pir in. Civak dikare xwe bigihîne van agahiyan. Lê pergal jî êrişeke dijwar dimeşîne. Nahêle civak û jin vê rastiyê bibînin. Vê rastiyê berovajî dide meşandin. Di jiyana rojane de, ji reklamekê bigire, bernameyên TV’yan an heta nivîsekê, bi ragihandinê, heta li kolanekê dimeşî jî tundî heye. Di vî alî de jî hişmendiyeke qederê di nava jinan de ava bûye. Divê ev bê derbaskirin. Lê êdî jinan dît, eger xwe zana bikin dikarin vê tişta jê re wek qeder hatiye diyarkirin, derbas bikin. Jinan hinek ev derbas kiriye, lê kêm e. Gelek jinên li Sûriyeyê ku em xwe digihîninê, dibêjin heta niha me tiştekî wisa nedizanî. Ji bo jin rastiyê nebînin, pê nezanin, pergal gelekî hewl dide. Jina ku hişmend bû, dê malbata xwe û derdora xwe biguherîne.

Niha li Sûriyeyê qala entegrasyona QSD’ê tê kirin, di rewşeke wiha de dê YPJ bi roleke çawa rabe û jinên Sûriyeyê bi rêxistin bike?

Entegrasyon mijareke di nîqaşê de ye, heta niha me tu zelalî jî nedîtine. Lê me berê jî got pêwîst e jin xwe li her derê bi rêxistin bikin, li ku derê be jî çi dikeve ser milê me em ê bikin. Ne tenê ji bo çêbûna entegrasyonê, bibe jî nebe jî, mijara xweparastinê û birêxistinkirina jinan ji bo me mijarek e ku teqez divê çêbe. Armanca avakirina YPJ’ê ev e, hem li herêmên me hem ji bo tevayî Sûriyeyê pêwîst e, ji bo azadî û wekheviyê jî pêwîst e, ji bo guherandina hişmendiya qatilê kastîk jî têkoşîn pêwîst e.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN / HÊLÎN ASMÎN-BÊRÎTAN ÎRLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.