Armanc jiyana bi pêşengiya jinê ye

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:13

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan tevlî bernameya 'Xwebûn'ê ya Jin TV bû û li ser pergala Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal.

Xwerêxistinkirin girîng e

Besê Erzîncan ragihand ku sîstema KJK'ê ji gelek aliyan ve dixebite û got:"Rêbertî her tim xwest ku jin bibin xwedî îradeyeke serbixwe, fikir û hişmendiyeke serbixwe, jin karibin xwe bi rêxistin bikin. Di sîstema heyî de qadeke jiyanê ji jinan re nemaye. Jin weke 'ya mêr, ya dewletê, ya sîstemê' tê dîtin. Weke kesayetekê nayê qebûlkirin, li ser xwe û jiyana xwe nikare biryarê bide, welê lê hatiye anîn ku nikaribe li ser lingên xwe bisekine. Di nava sîstema netewe dewletê de bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê jin nikarin enerjî, fikir û potansiyela xwe nîşan bide. Ji bo karibe xwe nas bike, têbigihêje, li hev kom bibe û karekî kolektîf bike, xwerêxistinî girîng e.

Jin divê ne di bin bandora otorîteya dewlet û mêr de be. Di dîrokê de yekemcar rêxistiniyeke bi vî rengî heye. Sîstema KJK'ê ne tenê ji bo jinê ye. Em dixwazin pêşengiyê ji civakê re bikin. Ne tenê ji bo azadiya jinê, em di heman demê de ji bo azadiya mêr û civakê jî dixebitin."

PAJK pêşengiyê ji sîstemê re dike

Besê Erzîncan ragihand ku sîstema KJK'ê mîna sîwanekê ye û got:"Sîstemeke navendî nîne. Di nava sîstema KJK'ê de PAJK heye, rêxistinên ciwanan hene, YJA Star heye. Her sazî biryara xwe bi xwe dide, plansaziya xwe bi xwe dike. Bêguman PAJK di vir de cuda ye. PAJK pêşengiyê ji tevahiya sîstemê re dike. Em dikarin bibêjin ku mîna tevnekê dixebite. Sîstema KJK'ê gelekî berfireh û civakî ye. Kadro pêşengiyê jê re dike. Paradîgmaya me paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê. Em dixwazin civakê li ser bingeha komun, meclîs, akademî û kooperatîfan bi rêxistin bikin. Ev sîstem ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Eger em li Rojhilata Navîn û cîhanê sîstemeke konfederal a jinê ya xwe dispêre demokrasî, azadî û ekolojiyê ava bikin, hingî dikarin modernîteya demokratîk ava bikin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.