Amsterdamê berhemên wî ecibandin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Li ser vexwendina Gallery Nachtbrötchen (NDSM) hunermend Alî Zulfikar beşdarî pêşangeheke li Amsterdamê bû. 

RONÎ TORNÎ

Li ser vexwendina Gallery Nachtbrötchen (NDSM) hunermend Alî Zulfikar beşdarî pêşangeheke li Amsterdamê bû. Alî Zulfikar got, ew bextewer e ku bi ehlê huner ê Amsterdamê re hatiye cem hev û got, “Bi xêra vê pêşangehê, ez û wan hezkerên huner ên ku berê berhemên min nedîtibûn jî, me hev dît. Min sê rojan bi wan re karî sohbetê bikim. Di dema pêşangehê de gelek kes min dîtin. Bala hezkerên huner jî û hevalên min ên huner jî gelekî çû ser berhemên min.”

Bi vî awayî Alî Zulfikar cara yekê li ser qebûla teklîfa galeriya huner a NDSM´ê li Amsterdamî pêşangeh vekir.

4 hezar kes çûn pêşangehê

Gelek kes di 3 rojan de çûn pêşangehê. Alî Zulfikar dibêje, “Li ser 7 hezar metrekareyan 700 berhemên qederê 100 hunermendî hebûn. Di nava 3 rojan de 4 hezar hezkerên hunerî li pêşangehê geriyan”.

Berhema Alî Zulfikar a li serê Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag û Osman Kavala hene, a bi navê “Bravehearts (Dilên wêrek/Dilêr)” li ketina mekanê pêşangehê hat danîn.

Di billbordê de wê bê nîşandan

Alî Zulfikar got, “Ev berhema min wê 3´yê Tebaxê saet 11´an di panoyeke billbordê a nêzî konsolosxaneya Tirk bê nîşandan. Li wir Weqfa Cultopia jî wê daxuyaniyekê bide. Ev nîşandana berhemê ya li vê billboardê wê heta 11’ê Tebaxê dewam bike. Berhem wê li billbordên nêzî konsolosxaneyê bê nîşandan. Armanc jî ew e ku destekê bide wan bangên ji bo azadkirina van mirovan. Orîjînal jî wê 4´ê Tebaxê saet 20.00´an li Galerie am Brüsseler Platz bê danasîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.