‘Amara’ çavkaniya me ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:34

Bi pêşengî û kuratoriya şêwekar Sînan Hezer pêşangeha bi navê “Amara” tê lidarxistin. Bi tevahî ew ê 17 şêwekar û peykersazên Kurd tevlî pêşangehê bibin. Pêşangeh li KULTURBUNKER a Kolnê diçe serî. 

Pêşangeha Amara ew ê di 14’ê Hezîranê de deriyê xwe ji bo serdêran veke û heya 16’ê Hezîranê dewam bike. Serdana pêşangehê bê pere ye û her kes dixwaze bêyî heqdest li berhemên hunerî yên şêwekar û peykersazên Kurd binihêre. Her wiha di roja vekirina pêşangehê de ew ê Alan Arîf û Natalia Schmid jî derkevin ser dikê û bi muzîka xwe piştgiriyê bidin pêşangeha “Amara”.

‘Amara’ tenê xeyal nîne

Kurator Sînena Hezer ji bo pêşengehê dibêje; “Rêwîtiya ber bi Amara bi firçe, peyker û hemû rêbazên hunerî her dewam bike. Amara ji bo me ne tenê xeyalek e, ew çavkanî û rastiya me ye jî. Çavkaniyeke ku hemû xelk dikarin temsîliyeta xwe tê de bibînin…” Pêşangeha “Amara” balê dibe ser gundê Amara ku weke sembola berxwedan û têkoşînê tê zanîn. 

17 şêwekar û peykersaz 

Hunermendên tevlî pêşangehê dibin ev in; Sinan Hezer, Aslı Filiz, Sarya Nurcan Kaya, Amele, Hogir Ar, Ribwar Parwizi, Gulan Kılıçoğlu, Hamit Aydın, Serdar Mutlu, Gülistan Güntekin, Murad İpek, Viale Demir, İlos İlyas Elias Kırkan, Besna Acu, Berivan İbin, Ayten Kaplan, Ercan Altuntaş

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.