Di navbera 14 û 15´ê Hezîranê de ji bo alîkariya madî ya bi Sûriyê re konferansek hat lidarxistin. Dewlet û rêxistinên navnetweyî yên beşdar dan zanîn ku ew ê 5.6 Milyar Euroyan alîkariyê veqetînin ji bo Sûriyê. Ji vê mîqdarê Elmanyaya Federal wê ji milyarekê zêdetir bide. Lê Elmanyaya Federal, tevî ku 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser dimînin, yekser alîkariyê nade rêveberiya xweser. Alîkariya ku dide gelek caran bi şertê ku li herêmên Ereban bên xerckirin, dide rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî.   

Civaka Kurd li Elmanyayê, biryara Elmanyayê ya dana 1,05 milyar Euroyan alîkariyê silav kir û xwest ev alîkarî ne di ser hikûmeta li Şamê re bê kirin. Wê di dewamê de got, “Lê mesele ne tenê li Şamê ye. Berpirsên rewşa xirab a li Efrîn û herêmên cîran serê pêşî hikûmeta Tirk û hevalbendên wê yên di nava Heyet Tehrîr el-Şam de ne. Ji ber wê jî, lazim e kar were kirin da ku pereyên alîkariyê li van deveran jî bi kêra armanca xwe werin, yanî ji wan mirovan re biçin ku mexdûrên şer û erdhejê ne. Ji bo vê jî divê hevkariya bi hevkarên bawerî bi wan were yên serbixwe li deverê bê bipêşxistin.’’

Serokê rêxistinê di asta federal de Mehmet Tanriverdi, xwest ambargoya mutleq a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê rakirin, lewma tenê welê wê misoger be ku li herêmên pirraniya xelkê wan Kurd jî wê alîkariya insanî bi kêr were.

GIESSEN