• Ciwanan li Parîsê peyama wê yekê da ku ew ê siberojê Konfederasyonke Ciwanan a Cîhanê ava bikin. Ji komîteya amadekar Kamillo Tores got, “Em dixwazin bi rêya paradîgmaya Rêber Apo xwe li her welatî di nava her gelî xwe bi rêxistin bikin.

Konferansa Yekemîn a Ciwanên Cîhanê, bi tevlîbûna 350 delegeyên ji 60 welatan bi rê ve çû. Di axaftina destpêkê de hat gotin, “Di roja me ya îro de li cîhanê kaos, şer û qeyran heye, yên ku dikarin ber bi cîhanekê azad ve bimeşin û pêşengtiyê bikin ciwan in.” Li derveyî holê, dezgehên pirtûk û kovaran hatin danîn û her wiha pêşangeh li ser gelek mijaran hatin organîzekirin û maseyek ji bo bibîranîna şehîdan hatin hazirkirin.

Florian André destpêkê axivî û got, “Konferansa me ya Ciwanên Cîhanê li ser esasê naskirina hev û girêdana hev, hate birêxistinkirin. Em çima rabihuriyê evqasî bi bîr bînin, tevî ku hedefa me avakirina siberojê ye?

Em bawer dikin ku dema bê, dema niha û dema bihurî bi her awayî bi hev re girêdayî ne. Ji bo ku dema niha bê fêmkirin û gavên rast ji bo dema bê karibin werin avêtin, naskirin, hîskirin û zanebûna dema bihurî girîng e û şert e jî.

Di 50 salên dawî nava civakên rojavayî de qutbûnekê ji rastiya jiyan û mirinê heye. Ji ber ku ji jiyanê xerîb bûye, ji mirinê jî xerîb bûye. Lê ya ku di rastiya têkoşînê de ji nûve tê afirandin têkiliya rast a bi jiyanê re ye û ji ber vê jî lêxwedîderketinekê rast li rastiya mirinê ye. Yê ku berdewamiya têkoşîn û jiyanê avakiriye şehîd in, ji ber vê jî em dibêjin şehîd namirin. Şehîd, dema em li ser şopa wan bimeşin û xewn û xeyalên wan bikin xewn û xeyalên xwe bi rastî jî namirin, lê di me de, di dozê de, di têkoşînê de dijîn.

 

Konferans diyarî Ocalan hat kirin

Vê konferansê li paytexta Kurdistanê Amedê sala 2015´an dest pê kir. Paşê li paytexta berxwedanê Kobanê sala 2019´an dewam kir. Piştî wê tenê bi 6 mehan dewleta Girê Spî dagir kir. Em vê konferansê diyarî dikin li Rêberê Şoreşê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye.

 

Têkoşîna ji bo cîahneke nû berpirsiyariya me ye

Di panela roja yekem (3´yê Mijdarê) a konferansê de ji çar parzemînan me guhdarî li nirxandin û analîzên heyî kir.

Pêşî ciwanên Arjantînî yên ji tevgera Poder Popular derbare rewşa burjuwaziya siyasî ya li Arjantînê de axivîn. Ji ber ku ev çîn di navbera hikumetên lîberal û pêşverû de diçe û tê, ev rewş esas krîzekê temsîliyetê îfade dike. Wê civakekê herî ferdperest ava kiriye. Nûneraqiseker a ji Arjantînê piştî wê derbare tevgera femînîst ‘Ni Una Menos’ de axivî û behsa rola ciwanan di avakirina tevgerekê siyasî a gelerî de kir. Wê got, “Dîroka tevgerên şoreşger ên herêma me, mîna yên Kuba û Nîkaragua, û berxwedana nifşên beriya me li hemberî dîktatoriyên ku DYE´yê piştgiriya wan kiribû, ji me re îlham e; û ew îspat dikin ku têkoşîna ji bo cîhanekê nû mumkin e û berpirsyartiya me ye jî.”

 

Ji sosyalîzmê û ji kombûna me ditirsin

Nûnerê Ciwanên Kurd ji Rojhilata Navîn, bal bire ser sereqetbûna alozî, qeyran, berxwedan û têkoşînê li Rojhilata Navîn. Wî got, “Îro dixwazin fikir, felsefe û bandora Rêber Apo tesfiye bikin, dixwazin rastiya têkoşînê tine bikin, da ku ji nifşên nû re bibêjin sosyalîzm mehkûmê bibinketinê ye. Ji ber vê evqasî êrişî Rêber Apo dikin, ji ber vê evqasî êrişî me dikin. Ji îdeolojiya me, ji fikrên me, ji kombûna me ya li vir ditirsin.”

Di panelan de nûnera rêxistina Anakbayan ji parzemîna Asya, ji welatê Filipînê têkoşîna li dijî pergala neo-kolonyal û nîv-feodal nirxand ya ku ji milekî ve emperyalîzma DYE, ji milê din ve jî Çîn li ser civaka Filipînê ferz dikin. Nûnerê got, “Divê em têkoşîna gel bi pêş bixin û xwe bigihînin tevahiya beşên civaka xwe. Bi têkoşînêkê wiha, em ê karibin cîhaneke nû ava bikin ku ji aliyê gel ve were birêvebirin, bê politîkayên neo-lîberal û serweriya leşkerî-siyasî ya emperyalîstan.” 

 

Dewlet nikare bibe xwediyê axê

Di panelan de nûnerê rêxistina UACDDD ji Malî/Efrîkayê derbare rewşa welatê xwe û parzemîna Efrîkayê de hin analîz kirin. Wî got, nexasim jî piştî qeyrana aborî ya 2018’an, her wiha girêdayî guhertinên av-hewayê zuwabûna axê, talankirin û desteserkirina axê (zêdetirî 1 milyar hektar) ji bo çandiniyên yek-tîp ên desthilatdarên yekdestdar û kanên zêr, her wiha koçberî û nêçîrvaniya îlegal ji bo tîcaretê zêde bûne. Di dewamê de wî got, “Gelek mal û gund ji bo talana axa me hatin hilweşandin. Malbat û gel ji warê xwe bi zorê hatin derxistin. Ev ne nû ye, ji 1993’yan ve dewam dike. Di têkoşîna ji bo edaleta axê de em li dijî desteserkirina axê, ji bo mafê hebûna malekê û axekê ji her kesî re, ji bo avakirina cihên jiyana civakî û ewlehiya jiyana gel, ji bo parastina jîngehê têdikoşin. Dewlet nikare bibe xwediyê axê, ax û jiyana gel yek in û nabe ji hev bên parçekirin. Ev têkoşîna me bi taybetî ji aliyê jin û ciwanan ve tê bipêşxistin.”

 

Heger tesîr li welatên rojava nekirina!

Rûniştinên roja diduyan bi komxebata ‘Ciwan û pirsgirêka ekolojî’ dest pê kir.

Delegeyê ji gelê Yukba yê ji Kolombiyayê, Juan Pablo yê sirgûnkirî, li ser qeyrana avhewayê, xwest helwêsteke zêdetir bi awayekî nenavendî bê pêşxistin. Wî got, di bingehê vê qeyranê de kolonyalîzm, pergala kapîtalîst heye û wiha peyivî, “Pêwîst e were pirsîn, heger îro tenê cihên weke Efrîka û Abya Yala di bin bandora vê qeyranê de mabana, gelo evqas dibû mijara nîqaşê roja me ya îro? Heger civakên Ewrupî evqas bandora felaketa ekolojîk hîs nekiribana, gelo di cîhanê de wê bibûya rojeveke sereke mîna niha?”

Juan Pablo bi vê awayî şêwazê nihêrîna li qeyrana avhewayê û pirsgirêka ekolojiyê biawirê feraseteke rojavayî, rexne kir. Wî got, “Qeyrana ekolojiyê yekser talana ax û jiyanê ye, encama kolekirina gelan bi destê pergala kapîtalîst e. Pêwîst e di vê çarçoveyê de qeyrana av-hewayê di çarçoveyekê pergalî de bê destgirtin û tenê bi mijara qirêjkirina hewayê bi riya CO2 neyê sînordarkirin. Kengî em bingehê qeyrana ekolojiyê di çarçoveya 5000 salên desthilatdari û mêtingeriyê de fêm bikin, em ê karibin şoreşê pêk bînin. Têkoşîna şoreşgerî sînoran nas nake û dema wê jî niha ye!”

 

Ji dewletan naxwazin

Di heman komxebata ‘Ciwan û pirsgirêka ekolojiyê’ de Esther a ji tevgera Nantes En Communes a li Fransayê got, ciwanên li bajaran, ji xwezayê qut bûne û jê sil bûne. Esther li ser meseleyê got, “Divê em xwe zêdetir bi rêxistin bikin û bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin, ji ber ku berê tecrubeyên tevgerên ekolojîk îsbat kir ku mirov ji dewlet û hikûmetan tiştekî bixwaze, encamê nagire.”

Endamê rêxistina PEPS’ê - tifaqa li Fransayê li ser bingehê nêrînên Bookchin û Abdullah Ocalan bipêşxistina ekolojiyeke civakî -, Merlan jî got, “Em nikarin pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên ekolojîk ji hev qut binirxînin. Ew hemû encama kapîtalîzmê ne.”
Di roja dawî ya konferansê de panelek li ser “Jinên Ciwan dîrokê dinivîsin” bi rê ve çû.

PARÎS

 

Ber bi Konfederasyona Ciwanên Cîhanê ve

Kamillo Tores endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekemîn a Ciwanên Cîhanê ye. Ew ji Kolombiyayê ye û ji me re li ser armancên konferansê peyivî. Kamillo Tores got, “Keda Rêber Apo yê ku  ev 25 sal in tecrîd kiriye pirr e. Çend tevger hene xeta wan a îdeolojîk jî cihê ye. Lê dibêjin, ji bo me maneweiyateke wê ya mezin heye ku em li vir tên cem hev û hev dibînin. Ji ber ku niha divê pêngaveke stratejîk divê bî avêtin. Divê ji bo naskirineke ji sînoran û wêde jî gav bê avêtin. Gelek tevgerên din jî hene dixwazin paradîgmaya Tevgera Kurd nas bikin û li welatên xwe tetbîq bikin, encamekê bigirin. Ev jî encameke pirr mezin a konferansê ye.

Pêwîstiyên vê serdemê di hêla azadiya jinê, navendîbûna ekolojîk, pêşengiya ciwanan de zelal in. Pêwîstiyên civakê dikin ku ew tevgerên şoreşger van pêdiviyan dibînin. Di nava vê paradîgmaya ku esas sentezeke têkoşînên dîrokê yên hezarên salan e, keda Rêber Apo ye, êdî hêdî hêdî nirxa wê tê naskirin. Bi vê konferansê re em gihiştin wê nuqteyê ku em pirsa “niha em ê çi bikin” ji xwe bikin.

Di dema dirêj de em dixwazin Konfederasyonke Ciwanan a Cîhanê ava bikin. Em dixwazin bi rêya paradîgmaya Rêber Apo xwe li her welatî di nava her gelî xwe bi rêxistin bikin. Ji bo dema navîn û dema kurt jî, em dikarin bêhtir bicivin û nîqaş bikin. Erê, tiştên me yên hevpar hene, lê tiştên me yên cihê jî hene divê em wan jî nas bikin. Gelek tecrûbeyên cihê jî hene, ew dikarin felsefeya me xurttir jî bikin. Em teqez van konferansan dewam bikin, em biçin Kurdistanê û welatên din jî û danûstandinê her gavê xurttir bikin.”