Dewleta Awusturyayê Feyyaz Ozturk ê ku ji bo dewleta Tirk sîxurî dikir, dersînor kir. Ji ber ku Ev ajanê hanê, welatiyê Îtalyayê ye, rayedarên Awusturyayî ew dersînorî Îtalyayê kirin. Hate zanîn ku hîna beriya cejna Noelê Awusturyayê ev ajanê hanê dersînor kiriye.  

Diviyabû 4´ê Sibatê dadgehkirina Feyyaz Ozturk dest pê bikira. Lê rayedarên Awusturyayê bi hinceta ji ewlekariya milet re tehlûke ye, ew dersînor kir. Parêzerê sîxurê Tirk, Feyyaz Ozturk, piştrast kir ku hindik mabû mohleta nezareta muwekilê wî temam bibûya. Ji ber wê jî rayedarên Awusturyayî nexwestine wî serbest bikin. Li şûna serbestkirinê jî biryara dersînorkirina wî dane. 

Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Îlona 2020´an daxuyaniyek dabû û dabû zanîn ku wan sîxurekî Tirk girtiye. Derketibû holê ku ev sîxur jinek e û li Tirkiyeyê hatiye girtin û li wê derê bi gefxwarinê, kirine ku bibe sîxur. Vê sîxurê agahiyên li ser muxalifên Erdogan û AKP´ê didan dewleta Tirk.

Piştî vê ne bi gelekî, ajanê MÎT´ê Feyyaz Ozturk, 15´ê Îlona par teslîmî Buroya Eyaletê ya Rêxistina Parastina Destûrê ya Awusturyayê ya paytext Viyanayê bûbû. Vî sîxurî gotibû, dewleta Tirk ew erkdar kiriye ku parlamentera eyaleta Viyanayê Bêrîvan Aslan bi sûîqestê bikuje. Wî her wiha gotibû ji bo suîqestan hin ajanên din jî hatine wezîfedarkirin. Di nava hedefên suîqestan de parlamenterê federal ê berê Peter Pilz, parlamenterekî berê yê Partiya Keskan û parlamenterekî parlamena Ewrûpayê jî hebûn. 

Bêrîvan Aslan îro jî rojê 24 saetan ji aliyê polêsê Awusturyayê ve tê parastin.

VIYANA