- Rêxistinê da zanîn, 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International-AI) derbarê xwepêşandanên li Xuzistanê de raporek belavkir. Rêxistinê da zanîn, 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Li Parêzgeha Xuzistanê ji 15’ê Tîrmehê ve ji ber nebûna avê, xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Xewpêşandanên ku li Ehwaz a navenda parêzgehê, dest pê kiribûn, di roja 8’an de gihiştin bajarên Rojhilatê Kurdistan û navenda Îranê.
Derbarê xwepêşandanên li Xuzistanê de, AI´yê raporek belav kir. Di raporê de wê ev agahî dan: “Hêzên desthilatdariya Îranê li dijî xwepêşanderan çekên şer bi kar tîne û heta niha 8 kes hatine kuştin.
Tundûtujiya hêzên desthilatê ya li dijî xwepêşanderan cihê xemgîniyê ye û heman tundûtujiya di xwepêşandanên 2019’an de bi kar dianî, niha jî bi kar tîne. Di xwepêşandanên zivistana 2019’an de bi sedan xwepêşander hatibûn kuştin û heta niha jî li ser wan bûyeran, ti kes nehatiye dadgehkirin.
Di xwepêşandanên van rojan de jî gelek kes bi guleyan birîndar bûne û hêzên rejîmê gelek birîndar revandine cihên nediyar. Hejmarek zêde ji birîndaran, ji tirsa binçavkirinê, naçin nexweşxaneyan.
Çalakî û nerazîbûnên aştiyane bûn, xwepêşanderan ti metirsiyek li ser hêzên rejîmê çênekirine ku êriş li ser wan bê kirin."
LONDON