Hate ragihandin ku peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de wê heta roja Înê (îro) nekeve pratîkê.
Rayedarên Îsraîlî doh got, peymana agirbesta insanî ya Îsraîl û Hemasê, ku di berdêla 150 mehkûmên Filistînî de 50 jin û zarokên Cihû yên Hemasê revandî, ferz dike, wê beriya înê (îro) pêk neyê.
Hikûmeta Îsraîlê peyman çarşemê erê kiribû.
Rayedarekî Filistînî got, "Hemas wê 10 jin û zarokên dîlgirtî yên piçûktir ji 19 salî berde û di heman demê de 30 mehkûmên Filistînî wê bêne berdan. Peyman wê bi vî rengî dewam bike."
NAVENDA NÛÇEYAN