Agirbesta Îsraîl-Hamasê dest pê kir 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 22 Gulan 2021 - 02:03

  • Peyman ji aliyê hêza herêmî Misrê ve hate teşwîkirin, welatên rojavayî jî di vî warî de ketibûn nava hewldanan û bang kiribûn.

Agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê ku bi navbeynkarî û banga civaka navneteweyî hate ragihandin, êdî lê ye. Hamasê ev yek ji bo xwe weke serketinê ragihand. 
Agirbesta navbera Hamas û Îsraîlê roja Înê saet di 02:00´yan de lê bû.

Li gorî daxuyaniya Desteya Ewlekariyê ya Îsraîlê, wan bi hevdengî pêşniyaza 'agirbesta bêşert û bêberdêl' qebûl kiriye.

Peyman ji aliyê hêza herêmî Misrê ve hate teşwîqkirin, welatên rojavayî jî di vî warî de ketibûn nava hewldanan û bang kiribûn.

Lê belê tê gotin, DYE'yê agirbest li ser Îsraîlê ferz kiriye. Serokê DYE'yê Joe Biden roja Çarşemê bi daxuyaniyekê bang li Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû kiribû da ku hewl bide rewşê aram bike.

Li Şerîda Xezzezê, Hemasê û Rêxistina Cîhada Îslamî piştrast kirin ku agirbest êdî lê ye.
Piştî ku agirbestê dest pê kir, bi hezaran Fîlîstînî daketin qadan û li kolanên Xezzeyê pîrozbahî li dar xistin.

Ji lîderên tevgera Hemasê Halîl El Hayya li pêşberî girseyê got, "Ev yek coşa serketinê ye" û soz da ku ew ê malên hatine hilweşandin ji nû ve ava bikin.

65 zarok mirin

Ji 10'ê Gulanê ve di şer de li aliyê Filistînê herî kêm 232 kes, li aliyê Îsraîlê jî 12 kes miribûn. Li aliyê Filistînê ji kesên mirin 65 jê zarok û 39 jî jin bûn. Di encama bombardûmana Îsraîlê de zêdeyî 1900 kesî jî birîndar bûn.

Dewleta Îsraîlê jî ragihand ku li Şerîda Xezzeyê herî kêm 165 şervan kuştine. 

NAVENDA NÛÇEYAN





parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.