Agirbesta di nav agir de

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 15:52

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de careke din şer qewimî. Ji herdu aliyan 6 leşker hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku di şer de 3 leşker mirine, 6 jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku 3 leşkerên Azerî mirine, têkildarî birîndaran agahî nehate dayin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê îdîa kir ku ji nêzî Dyg ê li nêzî sînor hêzên Ermen gule berdane çeperên Azeriyan.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî ragihand ku roja Sêşemê bi dema herêmî saet di 16:00´an de leşkerên Azerî gule berdane leşkerên Ermen ên karê endezyariyê dikirin.

Ev herdu komarên Sovyeta berê yên li Kafkasan, di sala 2020’an de ji bo kontrolkirina Qerebaxê careke din şer kirin. Azerbaycanê bi piştgiriya yekser a ji dewleta Tirk wergirt, di vî şerî de gelek herêm dagir kirin. Bi navbeynkariya Rûsyayê aliyan agirbest ragihandibû, lê dîsa jî li ser sînor timî şer diqewime.

ÊRÎVAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.