Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta ser bi Hemasê got, piştî agirbestê di encama bombardûmanê de bêhtirî 60 kesî li Xezeyê hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê got, ji sibeha înê ve bêhtirî 60 kesî li Xezeyê hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Rojnamevanên li herêmê diyar kirin ku birîndaran nexweşxaneyên li Xezeyê tijî kirine, gel jî ji bo xwînê bide dilezîne.
Piştî ku bombardûmana Îsraîlê ji nû ve dest pê kir, alîkariya mirovî û qemyonên ji sotemeniyê yên ji Misrê diçûn Xezeyê, vê sibehê rawestiyan.
Agirbestê derfet dabû ku rêjeya alîkariya mirovî ya ji bo herêmê zêde bibe. Tê gotin, bi destpêkirina bombardûmanê re wê krîza mirovî girantir bibe.
Di agirbesta heft rojan a navbera Îsraîl û Hamasê de jin û zarok jî di nav de 80 dîlgirtiyên Îsraîlî û 240 girtiyên filistînî hatibûn berdan.
Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku bi êrişa 7'ê Cotmehê re Hamasê qederê 240 kesan dîl girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN