Agirbest 2 rojên din hate dirêjkirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:47

Agirbesta 4 rojî ya di navbera Hemas û Îsraîlê de 2 rojên din hate dirêjkirin. Di çarçoveya lihevkirinê de Filistînê 11 û Îsraîlê jî 33 dîlên din berdan. Di encama lihevkirina Îsraîl û Hamasê de 4 roj agirbest hatibû ragihandin, dema agirbestê bi dawî bû, lê 2 rojên din ev agirbest hate dirêjkirin. Rayedarên Hemasê dirêjkirina agirbestê piştrastkirin. Di çarçoveya lihevkirinê de Hemasê 11 dîlên din radestî Xaça Sor kir, hate zanîn ku dîlên hatine radestkirin, gihiştine îsraîlê. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Qeterê di nava 11 dîlên hatine berdan de, 3 kes Fransî ne, 2 Elman û 6 jî Arjantînî ne.

Li gorî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macîd Ensarî, Îsraîlê jî di berdêla berdana 11 dîlan de, 33 dîlên Filistînî serbest berda. Di nava 33 kesan de 30 jê zarokin û 3 jî jin in.

Li gorî peymana Hemas û Îsraîlê, wê ji bo her dîlekî Îsraîlî 3 dîlên Filistînî bên berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.