Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn a Elman, saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye. Wê biryar da ku partiya rastgir û nijadperest a Elman AfD’ê ji ber tundrawiya rastgir, li temamê welat bişopîne.
Lê ka ev îstîxbarata ku pirraniya enerjî û hîza xwe bi krîmînalîzekirina Kurdan xerc dike, wê çawa vê bike, ne diyar e.
Biryara li dijî AfD’ê beriya hilbijartina federal a di Îlonê de ye. Axir bi vê biryarê, îstîxbarat û saziyên ewlehiya dewletê yên Elman wê di asta federal de karibin AfD’ê bişopînin. Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku derbarê biryarê de daxuyaniyeke fermî wê neyê dayîn. Wezaretê got, piştî rapora 1000 rûpelî ya saziya îstîxbaratê, ev biryara krîtîk a derbarê AfD’ê hatiye dayîn.
AfD´ê weke pûartiyeke rastgir, populer û nijadperest, li Elmanyayê penaber û Misilmanan dike hedef û têkiliya wê bi saziyên rastgirên radîkal re jî eşkere heye. Li eyaletên Branderburg, Thuringen, Sachsen-Anhalt û Sachsenê rêxistinên îstîxbaratê yên eyaletan ji mêj ve AfD dişopand.
AfD 2013’an hatibû avakirin û piştî pêla penaberan a 2015’an xurt bûbû. AfD piştre di gelek eyaletan de kete meclîsê û di Meclîsa Federal de bû hêza sêyemîn a xurt. AfD bi gotinên xwe yên li dijî penaber û koçberan ji sedî 13´ê dengan wergirtibû. AfD qedexe û tevdîrên ji ber koronayê rexne dike û piştgiriyê dide xwepêşandanên koma bi navê ‘Antî-korona’ jî.
BERLÎN