- Belgefilma Xavier de Lauzanne ali ser 9 rojên Reqayê û xasma hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, weke DVD, Blu-ray û VOD hat belavkirin.
Belgefilma Xavier de Lauzanne ali ser 9 rojên Reqayê û xasma hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa par ji Îlonê ve li sînemayên Fransayê hat nîşandan. Doh film weke DVD, Blu-ray û VOD hat belavkirin.
Di belgefilma saetek û nîvê de Leyla Mistefa ya 30 salî û muhendîs, zend û bendên xwe li çareserkirina pirsgirêkên Reqayê vedimale. Belgefilm hem behsa jiyana Leylayê dike û hem jî behsa serpêhatiya Reqayê dike.
Ji bo belgefilmê Xavier de Lauzanne û nivîskar Marine de Tilly bi hev re sala 2019´an diçin Reqayê.
DVD kete ber testeke kalîteyê ya rexnegiran jî: Pirsgirêkên mezin hîç tê de nînin, zimanên orjînal (Erebî, Fransî, Kurdî û Ingilîzî) tevî jêr nivîsa Fransî hene.
3 dîmenên temamker li ser DVD´yê hene: Hevdîtina Xavier de Lauzanne et Marine. Ev beş 16 deqîqe ne. Ew li vir behsa peydabûna fikra kitêb û filmê dikin ku wê li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk be. Piştî wê Marine de Tilly sala 2020´an vedigere Rojava da ku kitêba xwe û Leyla Mistefa nîşanî wê bide.
Dîmenê duyem ê temamker 5 deqîqeyî ye: Des ruines à l’espoir (Ji xirbeyan ber bi hêviyê ve). Ev jî hevpeyvîneke bi bestekarê Fransî-Libnanî Ibrahim Maalouf re ye ku muzîka filmê çêkiriye.
Dîmenê sêyem ê temamker jî yê Leyla Mistefa û nûnerê rêeveberiya Xweser a Demokratîk a li Fransayê Elabed Hemdem e, gava ku ew li Meclîsa neteweyî ya Fransî dipeyivin. Ew 9´ê Hezîranê hatibûn vexwendin û wan bersiva parlamenteran da. Ev beş saetek û 12 deqîqeyan dirêj e.
PARÎS