8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

În 4 Cotmeh 2024 - 00:50

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Çarşemê di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma Mazze ya Şamê de zavayê lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah jî di nav de 4 kes hatin kuştin. Di daxuyaniya SOHR'ê de hate gotin:"Di êrîşa li ser daîreyeke apartmanê de ya li taxa Mazzeyê ku lîderên Hîzbûllah a Lubnanê û Muxafizên Şoreşê yên Îranê timî serdana wir dikirin, bû hedefa êrişa Îsraîlê. Di êrişê de zavayê Hasan Nasrallah, Hasan Cafer el Kasir, jineke ciwan, endamekî Hîzbûllahê û kesekî nasnameya wî diyar nebû bi giştî çar kes mirin." Çavkaniyekî nêzî Hîzbûllahê ji AFP'ê re axivî û got, Hasan Cafer El Kasir birayê Cafer El Kasir bû ku ji veguhestina çekan a ji Îranê ber bi Lubnanê berpirsyar bû. Îsraîlê roja Sêşemê ragihandibû ku di êrîşeke li quntarê başûr ê Beyrûdê de Cafer El Kasir hatiye kuştin. Li herêma Mazze ya luks, ofîsên mîsyonên dîplomatîk û Neteweyên Yekbûyî lê ne.

Piştî ku Îsraîlê li ser Lubnanê dest bi operasyona bejahî kir, li herêmên sînor şerekî giran destpê kir. Hate ragihandin, li Lubnanê di şerê navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbûllahê de efserekî ji tûgaya komando jî di nav de 8 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Şer bi giranî li ser sînorê Îsraîlê li gundekî li bakurê bajarokê Misgav Am, gundê Odaisse û derdora Maroun el Ras ên Lubnanê qewimî. Hîzbûllahê diyar kir ku şervanên wan li başûrê Lubnanê cîhazeke teqemeniyê teqandin û komek ji leşkerên Îsraîlê birîndar bûn û mirin.

Hîzbûllahê her wiha îdîa kir ku li bajarokê Marun el Ras ê li ser sînorê Lubnanê bi roketan 3 tankên Îsraîlê Merkava îmha kir.

Artêşa Lubnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser sînor bi 400 metreyî bi pêş ve çûn û 'piştî demeke kurt' vekişiyan. Bi giranbûna şer re bi sed hezaran mirovî cih û warê xwe terikandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.