8'ê Adarê û Newroz gihiştin hev

Nûçeyên Jin

Yekşem 13 Adar 2022 - 22:15

  • Li bajarê Swîsreyê Baselê, bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dijî şer û mêhtingeriyê meşek hate lidarxistin.

Li bajarê Swîsreyê Baselê, bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dijî şer û mêhtingeriyê meşek hate lidarxistin. Li bajarê Rochefort ê Fransayê jî Newroz hate pîrozkirin. 

Çalakiyên 8'ê Adarê li Swîsreyê 1'ê Adarê dest pê kiribûn û li bajarê Baselê bi meşekê bi dawî bûn.

Çalakî bi pêşengiya Platforma 8'ê Adarê pêk hat. Ji bo çalakiyê bi sedan jin li Theaterplatzê civiyan.

Li ser navê Platformê daxuyaniyek hat dayîn û hate ragihandin ku di nava şert û mercên Covid-19´ê de van du salên dawî jin ji gelek mafên xwe bêpar hatin hiştin û berpirsyarî hemû jî li ser milê jinan hatiye hiştin.

Rêxistinên jinan li dijî şerê Rûsya û Ûkraynayê diyar kirin ku wê timî aştiyê biparêzin.

Bi navê Meclîsa Ronahî ya Baselê jî Ozen Aytaş axivî û bal bire ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya ku jinên Kurd bi rêya wê têdikoşin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî di çalakiyê de ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bi sedan îmze kom kirin.

Polêsên Baselê bi hinceta ku meş bêdestûr e, li ser rêgeha meşê bend danîn û li dijî jinan gazên çavan dişewitîne bi kar anîn. Li gel destwerdanê jî jin heta ClaramatteParkê meşiyan.

Li bajarê Rochefortê yê Fransayê, bi beşdariya bi sedan kesî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Aras Agir, Metîn Zîlan, Seyda Perînçek û Çetîn Zîlan derketin ser dikê. 

BASEL/ROCHEFORT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.