• Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara kesên di şewata Nexweşxanaya El-Îmam Hisên ya Nasiriye de jiyana xwe ji dest dane, zêde dibe û Rêveberiya Tendirustiya Zîqarê jî ragihand ku 64 kesan di şewatê de canê xwe ji dest daye, û 50 kes jî birîndar bûne. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî komîteyeke lêkolînê şand bajêr.

Pêr bi şev li Nasiriye ku navenda parêzgeha Zîqarê ye, agir bi Nexwexaneya Hisên ket. Ev nexweşxane taybet e ji bo kesên bi vîrûsa koronayê ketî. Li gorî agahiyên destpêkê, sedema şewatê jî teqîna tûpekî oksîjenê bûye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest daye. Çavkaniyekê ji Rojnews re ragihand ku di şewatê de 63 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî şewatê Serokwezîr Mistefa Kazimî çû parêzgeha Nasiriyê û bi hêzên ewlekariyê re civînek çêkir. Di civînê de biryar hat girtin ku derbarê şewatê de komîsyonek lêpirsînê were avakirin. Kazimî her wiha Midûrê Tenduristiyê yê Zîqar, Midûrê Nexweşxaneya El-Îmam Hisên û Midûrê Beşa Agirkujiyê ya Zîqar ji erkê dûr xist, derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Zîqar jî piştî şewatê welatiyan xwepêşandan li dar xist. Wan li dijî partiyên siyasî nerazîbûna xwe nîşan da. Xwepêşandêran her wiha erebeya midûrê asayîşa Zîqarê jî şewitand.

Di Nîsana bihurî de jî ji ber teqîna tûpên oksîjenê yên xirab hatibûn depokirin, agir bi Nexweşxaneya Bin-Xetîp a li Bexdayê ketibû û di encamê de 82 kesan miribûn, 110 kes jî birîndar bûbûn. Hingê Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Hesen El-Tamîmî îstîfa kiribû.

ROJNEWS/ZÎQAR