YAT û Hêzên Antî Terorê li kampa Holê 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin di nav wan de du jin jî hene ku di "Dîwana Hesbê" ya li kampê de kar dikirin.
Li gorî rayedarên ewlehiyê yên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Hêzên Antî Terorê (HAT), vê sibehê li ser agahiyên ku ji çeteyên ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin, 4 operasyonên serdegirtin û kontrolkirinê li kampa Holê pêk hatin.

Di encamê de di beşên 5, 7 û 1'ê yên kampê de, 6 çeteyên ji Sûrî û Iraqê hatin girtin û di nav wan de 2 jinên DAIŞ`î hene. Her du jin bi navên Um El-Berai û Um Mihemed tê naskirin. Di "Dîwana Hesbê" de kar dikin û cihên kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên xwestin, eşkere nakin û endamên şaneyan vedişêrin.

HESEKÊ