Li şeş girtîgehên li Ekvadorê, mehkûman li hemberî operasyonên hêzên çekdar ên dewletê, 57 gardiyan û polês dîl girtin.
Saziya ji girtîgehên peywendîdar berpirsyar SNAI ragihand ku li şeş girtîgehên cuda 7 polês û 50 gardiyan ji aliyê mehkûman ve dîl hatine girtin.
Wezîrê Karên Hundir Juan Zapata di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû ku li Girtîgeha Cuencayê gardiyan hemû dîl hatine girtin. Wî her wiha diyar kir ku mehkûman ji roja çarşemê ve serdegirtina polêsan şermezar kiriye.
SNAI´yê ragihand ku bûyera dîlgirtinê dibe ku bersivdana li destwerdana polêsan a li girtîgehan be. Hêzên dewletê ragihandibûn ku ji bo dîtina amûrên qedexekirî yên di bûyerên şidetê de têne bikaranîn, gelek caran destwerdan hatiye kirin.
Li Ekuwadorê ji sala 2021'ê ve nêzî 430 mehkûman jiyana xwe ji dest da.
Wezîr Juan Zapata li paytext Quitoyê di civîneke çapemeniyê de got, "Di mijara ewlehiya karmendên xwe de em bi fikar in."
Ji ber pêla şidetê ya li girtîgehên ku endamên kartelên Meksîka û Kolombiyayî tê de ne, Serokkomar Guillermo Lasso 24'ê Tîrmehê li sîstema girtîgehê ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand. Vê tedbîrê rê li ber şandina artêşê ya ji bo girtîgehan vekir.
Komên ku qaçaxçitiya narkotîkê dikin, li girtîgehan şerê desthilatdariyê dikin û ji bo operasyonên cuda, girtîgehan weke baregehê bi kar tînin.
Dawiya Tîrmehê li girtîgeha Guayaquilê çar rojan şerekî giran qewimîbû û 31 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû.
QUITO