51 kes hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:05

Îsraîlê Kampa El Mexazî ya Xezayê bombebaran kir, di encamê de herî kêm 51 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wefa), pêr êvarê Îsraîlê Kampa El Mexazî ya li naverasta Xezayê bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de 51 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qedra bêyî ku hejmareke zelal bide, anî ziman ku di encama “Komkujiya El Mexazî” de hejmareke mezin a kesan hatine kuştin, gelek kes jî bi giranî birîndar bûne.

El Qedra da zanîn ku piraniya kuştiyan jin û zarok in.

Kampa El Mexazî li parêzgeha Dêr El Belek a naverasta Xezayê dikeve. Îsraîlê hefteya borî jî Kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê bombebaran kiribû, di encamê de 195 kes hatibûn kuştin, 777 birîndar bibûn, 120 kes jî winda bibûn.

Milyonek û nîv kes koçber bûn

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) jî li Şerîda Xezeyê nêzî 1,5 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne. OCHA'yê got, "şert û mercên giran ên qelebalixiyê, ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne rîska tenduristî û parastinê diafirîne. Her wiha bandoreke giran li tenduristiya derûnî ya mirovan dike."

Li gorî artêşê, leşkerên Îsraîlê li bakurê Xezeyê operasyona bejahî giran kirine. Hate ragihandin ku hewl didin 'navenda' Hamasê ya li Şerîda Xezeyê tune bikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku 'bi dehan' milîtanên Hamasê hatine kuştin. Hamasê jî diyar kir ku wan bi topan li konvoyeke leşkerî ya Îsraîlê xistine û kirine ku 'dijmin gelek windahiyan bide'. Li gorî artêşê ji 27'ê Cotmehê dema destpêkirina operasyona bejahî ya li Xezeyê û vir ve herî kêm 29 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) êvara Şemiyê li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku weke bersiva li êrîşa li ser dewleta Yahûdî balafirên şer êrîş birin ser "binesaziya leşkerî' ya Hîzbûllahê ya li Lubnanê ku hevalbendê Hamasê ye.

Li Cîhanê piştgiriya bi Filîstînê

Roja Şemiyê li çar aliyên cîhanê bi taybetî jî li Ewropa û Îranê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan re daketin meydanan û daxwaza agirbestê kirin. Li Parîsê li gorî polîsan 19 hezar kes bi ala Fîlîstînê û pankarta 'Fîlîstîn a Azad' meşiyan. Li Berlînê jî bi hezaran kes meşiyan. Li paytexta Îngilistan Londonê jî 30 hezar kes tevlî mîtîngê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.