50 milyon koleyên modern hene

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:21

  • Rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî dibêjin, li cîhanê 50 mîlyon mirov mexdûrên koletiya modern in.

Rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî dibêjin, li cîhanê 50 mîlyon mirov mexdûrên koletiya modern in.

Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ILO û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, li gel Walk Free, diyar kirin ku texmînên herî dawî, derxistiye holê ku di 5 salên dawî de xebata bi darê zorê û zewacên bi zorê gelekî zêde bûne.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya her sê rêxistinan, li cîhanê 50 milyon kes mexdûrên koletiya modern in.

Ji van 28 mîlyon bi zorê hatine xebitandin, 22 mîlyon jî bi zorê hatine zewicandin.

Li gorî texmîna gerdûnî ya ku di sala 2016’an de hate kirin, hejmara mirovên di koletiya modern de sala 2021’ê bi 10 mîlyonan zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Jin û zarok bi awayekî nelirê, neçarî bêparastinê dibin.”

Rêxistinan got, hema hema li her welatî û di her çînê de koletiya modern heye: “Zêdetirî nîvê hemî bûyerên karkirina bi darê zorê (ji sedî 52) û çaryeka hemî zewacên bi darê zorê di tevahiya astên civakê de tê dîtin.”

3 miyon û 3 hezar zarok

Rêxistinan da zanîn ku ji van koleyên modern, 3 milyon 300 hezar zarok in û zêdetirî nîvê wan "mexdûrên îstîsmara zayendî ya bazirganî ne."

Rêxistinan da zanîn ku di sala 2021’ê de 22 milyon mirov bi zorê zewicandine û wan got, ji sala 2016'an û vir ve ev hejmar 6.6 milyon kes zêde bûye.

Midûrê Giştî yê ILO´yê Guy Ryder jî got, “Tişta ku rewşa koletiya modern baş neke, mirovan şoq dike. Ti tişt nikare dewamkirina vê binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn rewa bike. Sendîka, rêxistinên kardêr, civaka sivîl û mirovên asayî hemû xwedî roleke sereke ne.”

Midûra Damezrîner a Walk Free’yê Grace Forrest got, "Koletiya modern dijberiya pêşketina domdar e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.